Nerazîbûna gel a li hemberî êrîşan didome

73

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

Nerazîbûnên gel ên li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Başûrê Kurdistanê didomin. Welatiyên li bajaroka Xurmal a Helebceyê têkildarî êrîşên dewlet Tirk û Îranê yên li ser sînorên Herêma Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.

 

Welatiyê bi navê Gulan Ehmed li ser mijarê wiha got; "Sedema êrîş û derbaskirina sînorên xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê welatên cîran û dagirker ve nebûna yekîtiyê û girêdana aliyên siyasî ya bi berjewendiyên van welatan ve ye. Vê yekê ji wisa kiriye ku ev welat bi hêsanî planên xwe bi cih bînin û bi berdewamî êrîş bikin, bikevin nava hewldana dagirkeriyê. Mixabin, ne tenê êrîş li ser Başûrê Kurdistanê hene, dema ku dewleta Tirk, êrîş dike li ser xaka Bakûrê Kurdistanê, bi heman rengî dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê êrîş dike. Ev yek jî tê wateya bi tevahî dagirkirina xaka Kurdistanê û di nava xaka Kurdistanê de malwêraniye."

 

 

Saman Namiq jî li ser êrîşên dewleta Tirk û Îranê nerazîbûna xwe wiha an^"i ziman: "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê  û derbaskirina sînorên xaka Başûrê Kurdistanê û hatina leşkerên Tirk nayên şermezar kirin. Pêwîst e êdî ji vê zêdetir rê neyê dayîn. Divê çalakvan û rêxistinên civakî bi zext, çalakiyan û rêyên din ên medenî daxwaza rawestandina şandina leşkeran bike. Pêwîst e em hemû parastina xak û mafê xwe bikin. Rê nedîn dagirkeran êrîş bikin li ser me. Leşkerên xwe bikişin li ser xaka me. Di vê çarçoveyê de divê aliyên siyasî, bi taybet hikûmetê helwestekî rasteqîn li dijî van êrîş û hatina leşkerên Tirk hebe."