NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro civîna rûtîn a Parlamentoya Iraqê pêk hat. Di civînê de guftûgo li ser bi qaçaxî birina petrola Kerkûkê hate kirin û biryarek di parlementoyê de derket ku Wezareta Neftê ya Iraqê karê Kompanya (şîrket) ‘Kar’ ku şîrketa neftê ye bide rawestandin û ji Kerkûkê derxe.  

 

Her wiha parlementoya Iraqê ji bo firotin û derxistina petrola Kerkûkê komîsyonek ava kir. Biryar hate dayîn ku şandina petrola Kerkûkê tenê bi rêya Kompanya SOMA  pêk were û bîrên petrolê jî radestî Şîrketa Nefta Bakur were kirin.

 

Her wiha parlamentoyê biryar da ku Wezareta Neftê ya Iraqê li Kerkûkê karên li gel şîrketa ‘Kar’ bide rawestandin û şîrketê jî ji Kerkûkê derbixe.

 

Têgotin ku ev şîrketa ‘Kar’ weke şîrketeke hevpar ya dewleta Tirk û malbata Barzanî ango PDK’e eye. Her wiha ev şîrket sponsoriyê ji çend dezgehên ragihandinê yên ser bi PDK’ê re dike.

 

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here