PJAK’ê li Stockholmê çalakiyeke piştgiriyê lidar xist

36

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Bi însiyatîf û organîzeya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) duh li meydana Mynttorget a paytexta Swêd Stockholmê çalakiyeke piştgiriyê ya bi gelên Îranê re hate lidarxistin. Di çalakiyê de kiryarên dij demokratîk û derveyî mirovahiyê yê reîma Îranê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de îşaret bi beşdarî û helwesta karker û jinan ya di xwepêşandanê de hate kirin û piştgiriya xwe ya bi wan re ragihandin.

 

Karwan Seîd li ser navê KNK'ê di çalakiyê de axivî û komkujiyên rejîma Îranê yên ji sala 1979'an û vir ve li dijî gelên Îranê kiriye bi bîr xist. Seîd xwepêşdanan weke serhildaneke li dijî rejîma Îranê bi nav kir.

 

Endamê KNK’ê Seîd îşaret bi helwesta rejîma Îranê ya li dijî Kurdan jî kir û got: “Rejîma Îranê ji bo pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigire, li Rojhilatê Kurdistanê rê û rêbazên leşkerî esas digire, ji bo jehr bide ciwanan jî narkotîkê zêde dike.”

 

Piştî axaftina Seîd endama Komîteya PJAK'ê ya Stockholmê Şîla Kalenderî jî axivî û diyar kir ku çalakiyên heya niha tên lidarxistin serhildaneke bindestane û got: “Ev çalakiyane serhildaneke bindestan a li dijî rejîma Mollayane.” Kalenderî bang li raya giştî ya navneteweyî û gelê Swêdê kir ku piştgiriyê bidin çalakiyên li Îranê û rejîma Îranê şermezar bikin.

 

Kalenderî îşaret bi daxuyaniyên Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom kir ku piştgiriyê dide rejîma Îranê û destnîşan kir ku ev nêzîkatî ne ya qebûlkirinê ye. Kalenderî destnîşan kir ku weke PJAK'ê ew piştgiriyê didin xwepêşandêrên li Îranê.

 

Bi navê Yekîtiya Jinê ya Sara jî Ferah Bozcali peyivî û bi bîr xist ku jin, ciwan û karker pêşengiyê ji çalakiyan re dikin û bang li rêxistinên jinan û jinên Kurdistanî yên li Swêdê kir ku piştgiriyê bidin jinê ji bo mafên xwe yên bingehîn daketine qadan.

 

Di çalakiyê de alên PJAK û PKK'ê, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên li dijî rejîma Îranê hatin gotin.