‘Wê RJAK ji bo hişyarkirin û xwe naskirina jinan bixebite’

22

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

 

 

Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê (RJAK) di 5'ê Çile de li bajarê Silêmanî bi 180 delege û bi giştî 200 mêvanan 4. kongreya xwe lidar xist. Jinên beşdarî kongreyê bûne, têkildarî girîngiya kongreyê ji ajansa me re axivîn.

 

Çalakvana jin Şeyma Cemal a weke mêhvan beşdarî kongreyê bûbû dîtinên xwe yên der barê kongreyê de anî ziman û; "Di vê dema hestyar a Başûrê Kurdistanê de lidar xistina 4. kongreya RJAK'ê û komkirina jinan ji hemû deverên Başûr û di vê kongreyê de bihevrebûna wan pir girîng û bi qîmet dibînim.”

 

 

Şeyma Cemal di berdewama axaftina xwe de bendewariya xwe ya ji RJAK’ê anî ziman û diyar kir ku divê ji vêya şûnve RJAK bikare bi mekanîzmayeke nûtir xebat ji bo jinan bimeşîne û  got; "Ji ber pirsgrêkên ku niha hene beriya dû salan nebûn, ji bo xizmetkirina ji jinan re nûbûnek pêwîst dike.”

 

Endama Meclîsa RJAK'ê Mahabad Fayîq jî diyar kir ku ew weke RJAK’ê her timî di nava hewldanan de ne û got: "Weke RJAK ji bo hişyarkirin û xwe naskirina jinan emê her timî di nava hewldan û xebatê de bin. Divê jin nava çarçoveya malê û ji bin hişmendiya mêrsalarî derkevin.”