Bîlançoya bûyerên 2017’an ya Herêma Raperîn eşkere bû

24

 

 

MIHEMED HESEN / RANYA

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Raperîn Şoreş Îsmaîl di civîna çapemeniyê de bîlançoya bûyerên sala 2017'an  a herêma Raperîn eşkere kir.

 

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Raperîn Şoreş Îsmaîl daxuyakirin ku di sala 2017'an de 4 hezar û 444 bûyer qewimîne û li gorî sala 2016'an 880 bûyer zêde bûne.

 

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Raperîn Şoreş Îsmaîl ev agahî dan; "Di sala 2017'an de ji ber sedemên cuda cuda 132 kesan jiyana xwe ji dest dane. 27 kes di bûyerên qezayê de, 16 kes şewitîne, 11 kesan xwe xweşewitandine, 13 kes bi xeniqandinê, 8 kes bi ketina xwarê, 8 kes jî bi ceryanê û 16 kes jî bi kuştinê, 10 kes bi xwekuştinê, kesek bi qezaya kar û 22 kesên bi sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane."

 

Li gorî daneyên hatine dayîn 975 kes di encamên bûyerên cuda cuda de birîndar bûne û wiha tê ragihandin; "435 kes di encama şer kirinê de, 12 kes di encama hewldanên xwekuştinê de, 129 kes di encama ketina xwarê de. 2 kes bi ceyranê, 30 kes di encama şewatê de, 73 kes di encama bûyerên cur be cur de.  Par 279 bûyerên şîdetê li hemberî jinan û bûyerên xweşitandin û kuştinê hatine tomar kirin. 2 jin hatine kuştin.  Şewat û xweşewitandin 19 kes, şerkirin yan lêdan 92 rewş. Hewldanên xwekuştinê 3. Gef 80 rewş, li peyketin 14 rewş, dermanxwarin 15, bûyerên cuda cuda, 54."

 

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Raperîn Şoreş Îsmaîl herî dawî bal kişand li ser sedemê zêdebûya bûyeran û wiha got; "Krîza darayî û pirsgirêka nebûna perwerdeyê ye."