Ebadî: Herêma Kurdistanê di 2017’ê de 9 tiriliyon dînar petrol firotiye

50

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro êvarê peyama xwe ya hefteyê pêşkêş kir. Ebadî di peyama xwe ya hefteyê de bal kişande ser dehata petrola Herêma Kurdistanê û got; “Ew dehata ku Herêma Kurdistanê bi firotina petrolê bidest dixe, li bankên Herêma Kurdistanê nehatiye qeydkirin.”

 

Ebadî diyar kir ku Herêma Kurdistanê di 2017’ê de qasî 9 tiriliyon dînar petrol firotiye û got ku dehatek din jî heye lê nehatiye eşkerekirin.

 

Ebadî got; “Hikûmeta Iraqê wê mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bişîne, ne mûçeyê hizban. Ew dehata ku Herêma Kurdistanê bi firotina petrolê bidest dixwe, li bankên Herêma Kurdistanê nehatiye qeydkirin.”

 

Ebadî diyar kir ku rayedarên Herêma Kurdistanê di pêkanîna sozên xwe yên di çarçoveya xistina meriyetê ya destûrê de dane ne cidîne.

 

Têkildarî projeyasaya bûdceya Iraqê jî Ebadî got; “Sedemên ne pejirandina bûdceyê nikarin bên bawerkirin.”

 

(sk)