Hat îda kirin ku jineke ciwan a 17 salî xwe kuştiye

37

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê roj bi roj kuştin û xwekuştina jinan zêde dibe. Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê daxuyankirin ku li Taxa Xebat a Silêmaniyê duh jineke ciwan a temen 17 salî bi guleyê dawî li jiyana xwe aniye.

 

Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê têkildarî bûyerê ev agahî dan; "Piştî ku hêzên polîsên Silêmaniyê û tîmên alîkariya lezgîn çûn cihê bûyerê, wê rakirin Nexweşxaneya Lezgîn a Silêmaniyê û ji ber birîna wê giran bû, şevê din jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên destpêkê navê wê (K.A.A) ye û di sala 2000'an de ji dayik bûye. Niştecihê bajarê Silêmanî ye. Li gorî ku polîs îda dikin, ev jina ciwan xwe bi guleyê kuştiye.  Lê, sedema xwe kuştina ew jina ciwan jî ne hatiye eşkere kirin.

 

Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê eşkere kir ku derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kiriye.