DANA OMER / SILÊMANÎ

Rojnameya The Washington Times di 5'ê Çile de  eşkere kir ku PDK û Tirkiye di mijara avakirina hinek herêmên ewlekariyê li ser sînorê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de lihevkirine û armanca wan ya ji çêkirina herêmên ewlekariyê jî dijbertiya gerîlayên PKK’ê ye.  Ev yek rastî nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê hat.

 

Mamosteya Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Silêmaniyê û pispora qanûnên navneteweyî  Avesta Îsmaîl di warê qanûnî de eger rewşeke wisa pêk were çawa dibe û herêm bi serê xwe dikare biryareke wisa li gel welateke cîran bide an na nirxand. "Qanûnên navneteweyî vê însiyatîfê dide dewletan. Lê, eger PDK weke partiyekî siyasî lihevkirinekî wiha bike, qanûnên navnetewî rê nade vê yekê. Her wiha mafê Herêma Kurdistanê nîne lihevkirinên wiha çêbike. Ev biryar ancax hikûmeta navendî ya Iraqê dikare bide."

 

 

Avesta Îsmaîl têkildarî ev agahiya ku wê herêmên ewlekariyê li ser sînor çêbikin jî wiha axivî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê di çarçoveya qanûnî de pirsgirêkên xwe li gel Bexda çereser bike. Her wiha bêyî agahiya Bexdayê li gel welatên cîran hinek lihevkirinan pêk tîne. Ev wê bibe sedem ku aloziya navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de kûrtir bike.”

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here