HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

Mamostayê Zanîngeha Helebce Dr. Nerîman Ebdulah û Hiqûqnas Herdî Elî têkildarî girîngiya lidar xistina kongreya neteweyî axivîn.

 

‘Divê lez bidin lidar xistina kongreya netewî’

 

 

Mamostayê Kolêja Zanista Beşerî ya  Zanîngeha Helebce Dr. Nerîman Ebdulah: Divê ji bo lidar xistin kongreya netewî lez were kirin. Pêwîste em bi lidar xistina kongreya netewî ji welatên cîran re bidin nîşandan ku Kurd yekgirtîne. Welatên herêmî timî di nava hewldana ji holê rakirina gelê Kurd de bûn. Xweşa wan naçe ku kar ji bo pêk hatina kongreya netewî were kirin. Ji ber ew yekîtiya netewî ji bo xwe weke gefekî dibînin.  

 

'Kongreya netewî tevahî Kurdan eleqeder dike'

 

 

Hiqûqnas Herdî Elî: Kongreya netewî tenê peywendî bi partiyek yan jî beşekî diyarkirî ya gelê Kurd re nîne. Ev tevahî gelê Kurd eleqeder dike. Ji lewma divê di zûtirîn dem de bi rêya lidar xistina kongreyê yekîtiya netewî were pêkanîn.

 

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo lidar xistina Şêwra Netewî ya Başûrê Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê dest bi hevdîtinan kiriye. Şandeya KNK’ê heya niha serdana Tevgera Goran û Waliyê Silêmanî kiriye. Îro jî wê di saet 11:00'an de serdana Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bike. Li gorî bernameya KNK eşkere kiriye eger rewşeke awarte rû nede wê di 27-28’ê Çileya 2017’an de li bajarê Silêmanî were lidarxistin.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here