Ji RJAK’ê daxuyaniya komkujiya Parîsê

54

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) bi boneya 5. salvegera şahadeta sê jinên şoreşger ên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin daxuyaniyekî nivîskî weşand.

 

Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) di kesayeta hersê jinên şoreşger ên Kurd de hemû şehîd bîr anî û got; "Em soz didin ku têkoşîna azadiya jinan bigihîn serkeftinê. Em soz didin, bersiva me ji bo têkoşerên rêya azadiyê re wê xwerêxistin kirin û bilindkirina asta têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li hemberî sîstema mêrsalar be."

 

Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişandiye li ser kesayetiya hersê jinên şoreşgerên Kurd û wiha tê gotin; "Jiyana wan bi têkoşîneke mezin dagirtiye û jiyaneke watedar bû.  Di bin bandoriya rêxistin û têkoşîna azadî ya jinan de ku bi pêşengtiya Şehîd Sakîne pêşketibû, jin li herçar parçeyên cînanê û neteweyên cuda ketin heman meydana têkoşînê. Li ser rêya hersê jinên têkoşer, têkoşîn gihişt Şengal û Kobanê û di nav refên şoreşa azadiyê de cihên xwe girtin."

 

Di dawiya daxuyaniya Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) de wiha tê gotin; "Di 5. salvegera komkujiya Parîsê de, ne tenê kujer, ew kesên ku plana qetil kirinê danîbûn jî eşkere bûn. Lewra êdî em nabêjin bila kujer eşkere bibin, pêwîste di vê demê de yek bi yek hesab ji wan kesên şirîkên komkujiyê ne jî were pirsîn û sîstema wan were hilweşandin."