Jinên Rêveber li Hewlêrê civînek lidarxistin

19

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

Li hola Seîd Ebdullah a Hewlêrê îro duyemîn hevdîtina lûtkeya jinên rêveberên Kurdistanê ku jinên di nava partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de berpirsin beşdarbûn pêk hat.

 

Endama Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran Suat Ebdulrezaq ku beşdarî hevdîtina jinan bibû di derbarê armanca civîna jinên rêveber de agahî da û got: "Civîna me ji bo xebateke hevpar ya bihev re pêş bixin bû. Her wiha ji bo çareserî ji krîzên aborî, civakî û siyasî re peyda bikin û van pirsgirêkan derbas bikin, em li hev civiyan.”

 

 

Endama Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran Suat Ebdulrezaq îşaret bi girîngiya yekîtiya jinan û hekvarî kirina jinan a bi hev re kir û anî ziman ku divê jin pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê tên jiyîn çareser bikin û ji bo aşitiya navxweyî ya navbera partiyên siyasî yên Başûr de rol bilîzin.