Komkujiya Parîsê li Qeladizê hate şermezarkirin

67

 

 

ELÎ QADIR/ QELADIZÊ

 

Îro li Parka Şine ya navçeya Qeladizê ya girêdayî herêma Raperîn  a Silêmaniyê beşek ji çalakvanên siyasî û medenî yên Rojhilatê Kurdistanê û Tevgera Azadî bi boneya salvegera komkujiya li paytextê Fransa Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’ê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

 

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê çalakvana medenî ya Rojhilatê Kurdistanê Mizgîn Seqiz ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Dewleta Fransa li cihê eşkerekirin û cezakirina kujeran, tersê wê hewl dide vê komkujiyê veşêre.”

 

 

Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Em hemû dizanin ku çanda hildana tolê di rêbaza PKK’ê de heye. Ji ber wê em di wê baweriyê de ne ku wê tola hevalên me ji dewleta faşîsta Tirk bê girtin.”

 

(sk)