NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya organa Çalakvanên Mafên Mirovan a li Îranê (Hirana) duh li gundê Uç Tepe ya ser bi bajarê Bokan a parêzgeha Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê jineke ciwan a 19 salî ya bi navê ( Ş.A) agir bi bedana xwe xist.

 

Li gorî agahiyan, piştî jina ciwan agir berdaya bedana xwe, demildest rakirine nexweşxaneyê, tê gotin ku rewşa tenduristiya wê ne başe.

 

Hêjayî gotinêye ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rêjeya xwekuştina jinan pir zêdeye. Rejîma Îranê ya bi dijminahiya xwe ya jinê tê zanîn hemû qadên jiyanê li jinan teng kiriye û hemû deriyan li ser jinê girtiye. Jinên ku di nava sîstema rejîma Îranê de hatine bêçare kirin û bêhêz kirin di encama zextên rejîmê û sîstema mêrsalar ya malbatî de weke rêya çareyê serî li xwe kuştinê didin.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here