KERKÛK / ROJNEWS

Li gorî agahiyên ji çakvaniyên polîsên Kerkûkê hatine girtin, şevê din di saet 20:30'an de li Taxa Edenî ya Kerkûkê, li nêzî Şarê Yarî ya Kerkûkê kesek êrîşeke çekdarî kir ser ku welatiyên Kurd û di encamê de 2 Kurdan jiyana xwe ji dest da ye.

 

Hate ragihandin ku hersê kes di nava wesayîtekê de bûn, di dema guleberdanê de li cihê bûyerê yek jiyana xwe ji dest daye û yê din jî birîndar bûye lê, ew jî paşê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

 

Li gorî heman çavkaniyê navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ye; Çiya Hîwa Salih, Muzefer Behrem Seîd. Yek ji wan jî karmendê tenduristiyê ye.

 

Hate destnîşan kirin ku bûyer di nava wesayîtekî cureyê Toyota Krola hatiye kirin û êrîşkar jî ber bi cihekî nediyar ve reviye.

 

Li gorî daneyên ji aliyê ajansa me ve hatine tomarkirin, ji serê salê ve li Başûrê Kurdistanê 9 kes yan hatine kuştin yan jî dawî li jiyana xwe anîne.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here