Li Mexmûrê hersê jinên şoreşger hatin bibîranîn

22

 

 

 

ROJNEWS /MEXMÛR  

 

Li wargeha penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 5’emîn salvegera komûjiya Parîsê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez îro di demjimêr 14:00’an de li navenda Çand û Hûnera Mexmûrê, ji bo cangoriyê Tevgera Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Xwendekarên wargehê bi hilgirtina al, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û posterên hersê jinên şoreşger  ve meşekî girseyî ketin qadê.

 

Hevseroka Rêveberiya Meclîsa gel Fîlîz Budak di merasîma bîranînê de axivî û wiha got: “Heval Sara ji bome xeta azadiyê ye, heval Sara li doza azadiyê  di heman demê de doza azadiya jin de jî xwe feda kir. Hêzên hegemonîk û zîhniyeta zilam jinê biçûk dît, li hemberî wî hêza jin bi vîn û berxwedaniya xwe hebûna xwe da nîşandan. Weke kû em dizanin kesayeta heval Sara tekoşîna jinê li tevayî jnên cîhanê dan nîşandan.”

 

 

Budak bi van gotinan berdewamî da axaftina xwe: “ Dijminê dagirker baş bizane kû nikarbe tekoşîna jinê bin bixe. PKK ji sibê re di hêle, lê li gel wî na hêle. Îro mînake. Îro tevahî jin ji bo sê tekoşînvanên azadiyê û azadiya xwe li ser lingane. Îro ne bi tenê jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê, Jinên Şengalê û Rojhilatê Kurdistanê jî li ser lingane.”

 

Budak wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heval Sara li wargehê jî kedek mezin daye. Em jî li hemberî vê kedê bi tekoşînekî mezin û bi serkeftinê tacîdar bikîn. Em wek jinên Kurd soz didin ku tola wan rakin.”

 

Piştî axaftina Hevseroka Rêveberiya Meclisa Gel Fîlîz Budak,Koma bi navê Hêvî Yekta Şanoya bi navê ‘Xudawend’  hat pêşkêşkirin, piştre Koma Zagroz jî stiranê xwe pêşkêş kir.

 

 

Mitîng bi dirûşmeya ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî, Sara Rojbîn û Ronahî ’ bi dawî bû.

 

 

 

 

 

(sk)