Li Xanesorê du şehîdên Medîbanê hatin bîranîn

24

 

NEDÎMA ŞEMO / ŞENGAL

 

 

Duh li Bajarokê Xanesorê a girêdayî Şengalê Şehîd Ferhad û Şehîd Herekol ku di şerê Medîbanê de tevlî kerwanên şehîdan bûn, bi merasîmekê hatin bibîr anîn. Merasîmê bi deqeyekê rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir, her wiha axaftin ji aliyê malbatan û fermandariya YJŞ’ê ve hate kirin.

 

 

‘Em bi şehîdên xwe serbilindin’

 

 

Bavê şehîd Ferhad Xidir Memo: Di serî de em tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin û bejina xwe li ber wan ditewînin. Em bi şehîdên xwe ser bilindin, ji ber ku şehîdên me di ber şeref, nemûs û axa xwe da şehîd bûne. Heya ku em dijîn emê deyndarên Şehîdên xwe bin.  Em tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin û wê şehîdên me wê her tim di dil û mejiyê me de bijîn.  Şehîd Herakol û şehîd Ferhad hevalên hev bûn, her du bi hev re di Şerê Medîbanê de şehîd bûn. ”

 

‘Xwedî li şehîdan derketin xewin û xeyalên wan pêkanîne’

 

 

FermandaraYJŞ”ê Viyan Hebabî: “Şehîd Ferhat û şehîd Herekol li ser axa xwe Şehîd bûn.  Pêwîste em weke Civaka Êzidî kêfxweş û serbilindbin ku îro ciwanên me xaka xwe diparêzin.  Pêwîste ku em weke heval, malbat û şopdarên wan bi şehîdên xwe serbilindbin. Şehîd Ferhat û Şehîd Herekol ne şehîdên destpêkêne û ne yê dawîne jî. Emê bi pêk anîna xewn û xeyalên wan şehîdên xwe bi bîr bînin û bi vî awayî tola wan hilînin.

 

‘Welatek azad bê bedel nabe’

 

 

Birayê şehîd Ferhad Reşo Xidir: “Em di serî de tevahî şehîdan bibîr tînin, heyanî ku em jiyan dikin wê şehîd di dilê me de bin. Raste şehadet zore, lê em tev dizanin ku welat bê bedel nabe ew bedel jî xwîna keç û xortên me yên çelenge. Li ser wî bingehî ez cardin sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin û dibêjim şehîd şehîdên şeref û namûnsêne.”

 

Piştî bidawî kirina  axaftinan xwarina xêra şehîdan li kesên amade hate belavkirin.

 

Herî dawî jî merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’  bi dawî bû.