Muftiyê çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûk hate kuştin

77

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor nûçeyek a malpera fermî ya Heşdî Şebî ku îro êvarê belav kiriye, di encama operasyonek a tûgaya 16’emîn a Heşdî Tirkmen de, mûftiyê çeteyên DAIŞ’ê yê wîlayeta Kerkûkê Ebdulqadir Elezî û 3 çeteyên pê re bûne kuştine.

 

Têkildarî bûyerê wiha jî hate gotin; “Operasyon piştî bidestxistina agahiyên berfireh pêk hatiye. Li dijî vî mûftî û hevalên wî li sînorê Daqûq operasyon hatiye kirin û herçar hatine kuştin.”

 

(sk)