Nifşê Nû: Emê ji bo serketina projeya KNK’ê hewldan bikin

63

 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Îro saet 15:00’ê şandek a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi serpereştiya Cigirê Hevserokê KNK’ê Farûq Cemîl li bajarê Silêmanî serdana Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehîd kir. Şanda KNK’ê ji aliyê Şasiwar Ebdulwehîd û çend endamên Tevgera Nifşê Nû ve hate pêşwazîkirin.

 

Piştî civînê, têkildarî naverok û armanca civînê Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehîd ji ajansa me re wiha axivî; “Şanda KNK’ê bi armanca amadekariyên ji bo lidar xistina şêwra netewî ya Başûrê Kurdistanê serdana me kir. Em pêşwaziya karê wan dikin. Ji bo serketina projeya wan emê hewldan bikin.”

 

 

Şasiwar Ebdulwehîd wiha jî got; “Weke Nifşê Nû em hewl didin di şêwirê de bigehine projeya karek hevbeş ku ev jî di berjewendiyê gelê Kurd û Başûrê Kurdistanê de be.”

 

 

(sk)