ARGEŞ ŞENGALÎ-ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ŞENGAL

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) piştî ji aliyê Iraqê ve bi fermî hate naskirin, yek ji xebatên destpêkê jî hevdîtina li gel Êzidiyên li herêmên cûda yên li Başûrê Kurdistanê bû. Li ser mijarê Serokê PADÊ Emer Saleh ku ji ajansa me re axivî, qala xebat û hevdîtinên xwe yên li gel Êzidiyên li Başûr pêk anîn, kir.

 

Emer Saleh der barê armanca serdanên wan de wiha got; Di vê dema dawî de me wek partî serdana gelek cihên Êzidiyan kir. Serdanên me ji bo Başûrê Kurdistanê çêbûn. Em bi gelê xwe re civiyan. Me PADÊ bi wan da nasîn. Armanca me ji van seredana ewe ku em bi karibin di her dera Êzidî têde hene Buroyên xwe ava bikin û ji bona wan xizmetek bikin. Emê hewl bidin xwe li her devera Êzidiyan a ku di kevin deşta Mûsilê xwe û Buroyên xwe têde bi cih bikin.”

 

Saleh wiha dewam kir; “Em hewil diden ku em gelê xwe bi gihînin yek û li ser tifaqa wan kar û xebat bikin. Niha di vê demê de gelek kesên me hene ku xwendina wan di asta herî jor deye lê ji ber ku Êzidiye tu maf bi dest xwe ne xistiye. Emê hewil biden ku em kesên xwe yên xwendevan li derdora xwe kom bikin  û ji bona wan kar û xebat peyda bikin. Niha gelek sarokên me hene ku ji gelek dibistanan hatine mehrûm kirin, em di xwazin wek partî ji bo  wan dibistanan vekin.”

 

‘Divê gelê me êdî dost û dijminê xwe ji hev nas bike’

 

Saleh got; “Gelek kesan xwest ku ev partiyên di nava Şengalê de xwe bi tifaq bikin û bi hevre ji bo gelê xwe tiştek bikin, lê bi mixabinî ve hindek ji wan partiyan hebûn tenê ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyan û ew tifaq bi ser neket. Divê gelê me jî êdî bi zanibe û dost û dijminê xwe ji hev nas bike.  Bila li partiya ku ji bo wan xizmet dike, lê wê xwedî derbikevin. Bila gelê me êdî neyê lîstokan, gelek kesan bi sala li ser xwîna gelê me xwe bi rêve dibirin.

 

‘Divê em êdî bikarin xwe ji ferman û neheqiyan biparêzin’

 

Her wiha Emer Saleh dewama axaftina xwe de bal kişande ser fermanê û wiha got; “Fermana bi serê gelê me de hatî her kesê Êzidî para xwe jê girt. Divê em ji îro û şûnde bibêjin ku êdî ji fermanan re bese û em karibin xwe ji van fermana û her cûre neheqiye xwe bi parêzin. Divê her kesê ku ji bo Êzidiyan di bêje ez tev di gerim pêwîste ji bo wan xala sereke ew be ku gelê xwe bi parêze û bi her şêweyî bi gelê xwere bibe alîkar, ji gelê xwe cûda nebin û neyên xapandin.”

 

‘Em ji bo tevahî gelên bindest bê cûdahî tevdigerin’

 

Emer Saleh dewama axaftina xwe de ev bange jî kir; “Em wek partî banga xwe di gihînin  her partiya Êzidiyan û her gelê bin dest kî dibe  bila bibe ji bo me feriq naka û her kesê ku destê wî di xwîna Êzidiyan de nebe, emê hewil bidin pêre hevdîtina bikin bi her şekilî emê xwe bigihînin her derê, ger ku bikeve xizmeta gelê me de, em wek partî ji bo her gelê bin dest tevdigerin kî dibe bila bibe.

 

‘Hilbijartinên Iraqê nêz dibin’

 

Niha hilbijartin nêzdibin. Me jî gelek hewildan kirin ku em karibin wek partiyên di nava Şengalê de li hev kom bibin û ji bo wan tifaq were avakirin, lê bi mixabinî ve ev yek pêk nehat, her kesê ku mirov berê xwe didetê dibêje tifaq û tifaq lê em çar partî bûn me nikarî em xwe bikin tifaqekê û ji bo gelê xwe xizmet bikin. Dem însan li pê berjewendiyên xwe yên şexsî geriya wê demê tu tifaq ji bo gelê wî pêşnakeve, banga min ji wan kesan re heye ku her tiştê xwe biden aliyêkî û tifaqa Êzidiyan bikene xala xwe ya sereke. Gereke heya roja me ya dawî jî em ji bo gelê xwe bi fikirin û tifaqa xwe bidene pêş niha bi hezaran çavê gelê me li meye. Çav gel li me partiyên di nava Şengalê deye. Ger em jî xwe nekin wê gelê me rû bi rûyê komkujiyên hîn dijwartir jî wê bi serê gelê me de were, ger em wek partî jî li gelê xwe xwedî derbikevin û ji bo kar û xebat bikin.”

 

Emer Saleh di dawiyê de wiha got; “Gelê me niha jî di bin zilmê de ye. Bira kes ne bêje em azad bûne yan jî deverên me hatine rizgarkirin. Niha bi dehan malbat di xwazin vegerin ser warê xwe lê deverên wan nihatina paqij kirin, nikarin werin a din jî bi dehên caran rê li ser me hatin girtin û em niha di bin ambargo dene. Gereke em tifaqa xwe xurt bikin hita ku em karibin gelê xwe jê vê serdemê xilas bikin, lê ger em tifaqa xwe xurt nekin wê demê emê bibin wek noka ku li kevir ketî her yek ji me wê bi cihek de here û emê tert û belav bibin.”

 

(sk) 

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here