HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

Piştî referandûma 25'ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê pêk hatî, Başûrê Kurdistanê di encama êrîşên 16'ê Cotmehê de ji sedê 52’yê xaka  xwe ji dest da. Ev siyaseta şaş ya Herêma Kurdistanê ku rê ji hikûmeta navendî ya Iraqê vekir destkeftiyên Başûr ji dest bigire û xaka wê dagir bike bû sedema nerazîbûn û fikarên cidî yên welatiyên Başûrê Kurdistanê. Hemû beşên civaka Başûrê Kurdistanê ji vê rewşa heyî nerazîne û dibêjin, divê Kurd ew nakokiyên di navbera xwede çareser bikin û li hember Bexda jî yekgirtî bin.

 

‘Ji ber Kurd ne yekgirtîne lewazin’

 

Dadger Bahedîn Hesen: Sedema ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li pêşber hikûmeta Iraqê lewaze ji ne hevdengî û ne yekgirtina navxweyî ya Kurdane. Tişta ku niha girînge ku Herêma Kurdistanê bike, divê xwe di asta navxweyî de ji nûve rêxistin bike, ji bo li pêşber Bexdayê xwedî yek gotin û helwestî bin. Salên derbasbûyî hemû kar û xebatên herêmê û heta Kerkûk jî di destê Hikûmeta Herêmê de bû lê, nekarîn di warê qanûnî siyasî de zelaliyek di vî alî de çêbikin.

 

Rewşenbîr Salih Ferec: Hemû hikûmetên Iraqê yên heya niha hatine desthilatiyê dostên timî yên gelê Kurd nebûne. Di her derfetekî de êrîşê xaka Kurdistanê dikin. Herêma Kurdistanê nekarî li van herêmên ku dibin kontrola wan de bû baş dest bigire, ji lewma niha ji dest da. Hikûmeta Navendî ya Iraqê her timî hewl dide xaka Başûr dagirker bike. Eger nakokiyên navbera partiyên Kurd de berdewam bike û herkes ji bo berjewendiyên xwe bixebite wê rewş xiraptir bibe.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here