ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

Di rûniştina Parlamentoya Iraqê ya duh de biryar hate dayîn ku komîsyonek ji bo lêkolînkirina rewşa navçeya Xurmatû ya Selahedînê ku di 16'ê Cotmehê de kete destê hêzên Heşdî Şebî û Iraqê de were ava kirin. Parlementerê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) yê  Parlamentoya Iraqê Ferhad Qadir têkildarî kar û xebatên ku ev komîsyona hatiye diyar kirin axivî.

 

‘Wê komîsyon binpêkirinan lêbikole’

 

Ferhad Qadir got: Piştî bûyerên li Kerkûk û Xurmatû li Parlamentoya Iraqê bi piştgiriya 52 parlamenteran, daxwaznameyek ji parlamentoyê re hate pêşkêşkirin ku di têde daxwaza avakirina komîsyonek dihate kirin. Komîsyon jî wê li ser destdirêjî, teqandina malên xelkê û şewitandina mal û milkê gel bixebite. Wê komîsyon ji endamên komîsyona asayîş û parastinê, mafê mirovan, koç û koçberan, komîsyona qanûn û ragihandinê pêk were.

 

‘Komîsyon wê raporek amade bike’

 

Biryare ku hefteya bê, fermana palamentoyê ji bo vê komîsyonê were derxistin. Piştî vê wê komîsyon civîna xwe bike. Pişt re jî wê dest bi komkirina belgeyan bike û serdana Xurmatû bike. Her wiha yek ji erkên komîsyonê nivîsandina rapora li ser Xurmatû ye. Wê vê raporê pêşkêşî parlamentoyê bike, ji bo deng li ser bidin. Wê komîsyon li ser vegera koçberan bixebite û divê hikûmeta Iraqê jî tazmînata ziyanên ku welatî dîtine bide.

 

 ‘Divê Xurmatû ji aliyê hêzêke ewlekariyê ya hevpar ve were rêvebirin’

 

Li gorî me, divê dema ku welatiyên Kurd ên Xurmatû vegeriyan, hêzekî hevbeş a ewlehiyê  were diyar kirin. Di vê hemû hêzên Iraqê Kurd, Ereb û Tirkmenan weke bindest nebîne.

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here