NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, fermana komkujiya Parîsê yekser ji aliyê Erdogan ve hatiye dayin û destnîşan kir ku hesabê bê pirsîn wê giran be.

 

Hozat bal kişand ser îtirafên rêveberên MÎT'ê yên ji aliyê HPG'ê ve hatin girtin û li ser mijarê wiha axivî: "Di salvegera 5. a Komkujiya parîsê de, yên ku komkujî kirine bi hêrseke mezin lanetê li wan dibarînim. Em ê teqez hesabê vê komkujiyê bipirsin. Xwîna hevalên me wê li erdê nemîne. Encamên ku piştî pênc salan derketin holê jî îspata vê yekê ne. Hêzên ku komkujî kirine eşkere ne. Yê ku fermana komkujiyê da Erdogan e. MÎT'ê ev komkujî plan kir û pêk anî. Omer Guney jî kesek e ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye bikaranîn. Ev zelal bûye. Fransa nikare vê komkujiyê binixumîne. Li gel delîl û failên li holê, nabe ku binixumîne. Kurd, dostên Kurdan, hêzên demokrasiyê û tevgerên şoreşger wê hesabê vê bipirsin. Ev têkoşîn îfadeya vê yekê ye. Sîstema mêtinger li herêmê komkujiyên tirsnak kir. Bi dehan sal in ku PKK hesabê vê dipirse. Wê bipirse. Wê kes nikaribe ji hesabdayinê bireve. Bi operasyona MÎT'ê re gelek encamên girîng derketin holê. Cînayetên ku ji aliyê Erdogan ê faşîst dîktator ve hatine kirin, hê bi zelalî eşkere bûne."

 

Yê ku heyeta Îmraliyê zelal kir jî ew kes bû!

 

Hozat got, "Tevî ku failên komkujiya Parîsê dihatin zanîn jî heta niha timî dihate înkarkirin. Delîlên heyî nîşan didin ku komkujî yekser ji aliyê Erdogan ve hatiye plankirin û Hakan Fîdan ev pêk aniye."

 

Hozat di dewama axaftina xwe de got, "Derket holê ku ev yek rast e. Yên ku fermana komkujiyê dan Erdogan e, Hakan Fîdan e. Tîmek heye ku bi Sabahattîn Asal re dixebite. Ogûz Yuret ku niha serokatiya daîreya MÎT'ê ya Wanê dike. Wekî din serokê daîreya bi karên derveyî welat re mijûl dibe Ûgûr Kaan Ayik. Van bi Hakan Fîdan re kmkujî dan kirin. Hakan Fîdan yekser di nava vî karî de ye. Sabahattîn Asal li musteşariya MÎT'ê ye û di nava vî karî de ye. Kesê bi navê Sabahattîn Asal alîkarê Hakan Fîdan e. Tevî Mûhammed Dervîşoglû, heyetên ku tevlî hevdîtinên Îmraliyê dibûn eşkere dikir. Yê ku biryara vê dida Sabahattîn Asal e. Xwedî însiyatîfeke wiha ye. Vî kesî Komkujiya Parîsê plan kiriye û pêk aniye."

 

Pêvajoya diyalogê bi temamî pêvajoya tasfiyeyê bû

 

Hozat da xuyakirin ku di pêvajoya Olsoyê de MÎT'ê xwe hê bi rêxistin û organîze kiriye û got, "Wê wextê, hevdîtinên Oslo û Îmraliyê weke pêvajoya çareseriya demokratîk, pêvajoya aştiyê dihate binavkirin. MÎT'ê xwe weke organîzasyoneke mezin bi rêxistin kir. Wê wextê tê xwestin ku ev pêvajo were têkbirin. Xwestin ku derbekê lê bidin. Hêzên ku ev komkujî plan kirin, mesela Ûgûr Kaan Ayik, salek piştî komkujiya Parîsê li Sefaretxaneya Bilind a Qatarê weke nûnerê MÎT'ê hate tayinkirin. Yekî din weke serokê daîreya herêmê ya MÎT'ê hate tayinkirin. Sabahattîn Asal jî bi heman rengî. Li Alîkariya Musteşariya Îstîxbaratê ya Strastejîk cih digire. Alîkarê Hakan Fîdan e. Ev gelekî zelal e. Hikumet ji destpêkê ve di nava vê pêvajoyê de bû. Desthilatdariya AKP'ê ew hê ze ku pêvajoya înkar, tinekirin û tasfiyeyê da destpêkirin. Pêvajoya Diyalogê ya ku sala 2013'an dest pê kir, ya rast pêvajoya diyalogê nebû. Bi temamî pêvajoya tasfiyekirina PKK'ê bû. Rêberê me navê 'Operasyona Şerê Taybet' li vê pêvajoyê kir."

 

Armanc ji 9'ê Çilaya 2013'an

 

Hozat destnîşan kir ku sê jinên şoreşger 9'ê Çileya 2013'an ji bo armancekê li Parîsê hatin kuştin û anî ziman, dema ji bo komkujiyê hate hilbijartin jî demeke rasthatî nîne.

 

Hozat got, "Çima hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî 9'ê Çileya 2013'an li navenda Parîsê bi hovane hatin kuştin. Deh roj beriya wê pêvajoyeke diyalogê dest pê kir. Piştre komkujiyeke wiha hate kirin. Armanc ji vê çi bû? Xwestin vê peyamê bidin Rêberê me. 'Tu yê her tiştên ku em bêjin qebûl bike, naxwe em ê rêveberên PKK'ê bi vî rengî yek bi yek îmha bikin, em ê Kurdan qir bikin'. Ya jî wê Rêberê me li pêşberî vê rewşê bigota 'ez di van hevdîtinan de nînim' û xwe ji pêvajoyê vekişanda. Piştre jî wê bigotina 'Ocalan xwe neda ber pêvajoyê'. Gotin 'Di komkujiya Parîsê de em nînin, înfaza navxweyî ye'. Hewl dan bixin stuyê FETO. Lê belê derket holê ku yê kir AKP bi xwe ye."

 

Hozat di dewama axaftina xwe de got, "Niyeta baş a Rêberê me bi zelalî derdikeve holê. Di wê mijarê de fikarên xwe hebû. Bi Musteşarê MÎT'ê re jî, bi heyeta HDP'ê re jî nîqaş kir. Gotin, 'fikarên xwe hene, gelo dibe ku Hakan Fîdan be'. Hakan Fîdan digot, 'Dibe ku hin kesên li nava MÎT'ê bin'. Digot, 'Haya min jê nîne'. Rêberê me ji bo ev pêvajo veguhere muzakereyê gelekî têkoşiya. Ev yek samîmiyet û biryardariya Rêber Apo radixe pêş çavan. Di heman demê denamerdî û karektera qirker a desthilatdariya AKP'ê raxist pêş çavan. Piştre jî rewş veguherî konsepta şerekî topyekûn."

 

Karên MÎT'ê hatin keşifkirin

 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat işaret bi karên MÎT'ê yên li Kurdistanê jî kir û got, "MÎT bi berfirehî li Kurdistanê û Tirkiyeyê polîtîkaya ajankirinê dimeşîne. Hem li hundir hem jî li derveyî welat vî karî dike. Bİ taybetî ji bo tasfiyekirina rêveberiya tevgera me dest bi polîtîkayekê kirin. Ev pêvajo jî bi hevrê Sakîne re dan destpêkirin. Tîmên bi vî rengî di bin sîwana MÎT'ê de hatin avakirin. Li Ewropa, Tirkiye, Sûriyeyê karekî wiha yê taybet ê ajankirinê kirin. Di asteke girîng de derb li vî karî hate xistin. Ji hin aliyan ve kifş bû. Karên wan ên li hin herêma kişf bûn. Li gelek herêman karê wan kifş bûn. Têkiliyên wan, ajanên wan kifş bûn. Prestîja MÎT'ê bi rengekî cidî hejiya. MÎT'ê li hin cihan jî derba mirinê xwar. Bila şaşitî nebe. Bi vê operasyonê re bi temamî ji holê ranebûye. Ev kar neqediya ye. Hin karên xwe kişf bûne. Lê belê ev kar dewam dike. Li her cihî bi şêweyên cuda êrîş didomin. Divê her kes hê bi baldarî tevbigere. Xwedî sekneke zexm û cidî be. Pêwîste her kes li cihê lê ye êrîşan deşîfre bike û bi ser de biçe. Naxwe wê zerarê bide."

 

Rola Fransayê ya di komkujiyê de

 

Hozat serdana Erdogan a beriya 9'ê Çileyê ya li Parîsê nirxand û helwesta Fransayê ya li pêşberî komkujiyê rexne kir.

 

Hozat bi bîr xist ku Erdogan di salvegera vê komkujiyê de çû Fransayê û got, "Nabe ku ev hevdîtin ji rêzê bê dîtin. Erdogan û Macron hevdîtinek kirin, di salvegera komkujiyê de. Ya rast, Fransayê bi vê hevdîtinê re li xwe mikur hat ku di nava komkujiyê de cih girtiye. Îstîxbarata Fransayê bi MÎT'ê re xebitiye. Omer Guney hat kuştin. Di berprisyariya Fransayê de hat kuştin. Dema girtîbû hate kuştin. Bi têkoşîna gel re ji nû ve kete rojevê. Lê belê Fransa hewl dide komkujiyê binixumîne. Ev hevdîtina dawî jî ji bo vê ye. Wê ji wan re nemîne. Duh (6'ê Çileyê) li Parîsê mîtîngeke mezin hate kirin. Têkoşîna gelê me silav dikim. Em ê dest ji vê bernedin. Divê Fransa rola xwe eşkere bike û hesab bide. Nirxên gelê Fransayê jî hatine binpêkirin. Ne Kurd, ne Ewropî nikarin vê qebûl bikin. Di serî de Fransa û Elmanya, niha hemû nirxên Ewropayê pêşkêşî faşîzma Tirk hatine kirin. Her tişt danîne aliyekî. Ji bo xatirê hin berjewendiyên aboriyê yên erzan. Ji bo berjewendiyên aboriyê yên serdestan. Ev yek nirxên gel îfade nake. Li dijî nirxên mirovahiyê sûc dikin. Em, gelê me, dostên me û bawerim civaka Ewropayê wê li pêşberî vê bêdeng nemînin, wê têbikoşin."

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here