Şandeya KNK’ê YNK’ê vexwand Şêwra Netewî ya Başûr

51

 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK)  di bin serokatiya Cîgirê Hevserokatiya KNK'ê Faruq Cemîl de, îro saet 11:00'an li Silêmaniyê serdana Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) kir. Şandeya KNK'ê bi Berpirsê Rêveberiya Polîtburoya YNK'ê Mele Bextiyar û Endamê Desteya Rêveberiya YNK'ê Hakim Qadir re civiya.

 

Piştî hevdîtina aliyan endamê Desteya Rêveberiya YNK'ê Hakim Qadir têkildarî hevdîtinê ji ajansa me re van agahiyan da; "Em spasiya KNK'ê dikin ku li gorî demê û bi şêwazeke nû ji bo yekîtiya Netewî ya Kurdan dixebite. Weke YNK'ê piştgirî û hevkariya hemû hewldanên ji bo lihev nêzîkbûn û yekîtiya Kurdan dikin."

 

 

Hakim Qadir li ser pirsa 'gelo wê projeya we ji bo Şêwr aNeteweyî ya Başûrê Kurdistanê ku çav li rêye di navbera 27 û 28'ê Çile de pêk were de çibe jî wiha axivî: "Emê alîkarî û piştgiriyê bikin. Emê hewl bidin ku bixwe jî projeyek pêşkêş bikin, ji bo nêrîn û fikreke dewlemend derkeve holê. Ji ber ku yekîtî û yekrêziya Kurdan yekane çeke ji bo bidestxistina mafên gelên Kurd."

 

Cîgirê Hevserokatiya KNK'ê Faruq Cemîl jî têkildarî armanca serdana wan ya ji bo YNK’ê jî van agahiyan da: "Armanca serdana me ew bû ku em YNK'ê vexwînin civîna şêwra neteweyî ya Başûrê Kurdistanê.  Wan jî em piştrast kirin ku wê beşdar bibin û wê ji bo serxistina projeya me alîkariyê bidin."

 

 

Hêjayî gotinêye ku wê di 27-28’ê vê mehê de Civîna Şêwra Netewî ya Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin û di vê civînê de jî wê prensîbên yekîtiya netewî ku ji aliyê KCK’ê û KNK’ê ve hatibûn eşkere kirin were dest girtin. Li gorî agahiyên ku me şandeya KNK’ê jî girtiye KNK di hevdîtinên xwede  ji partiyên Başûr dixwaze ku ew jî bi proje tevlî şêwrê bibin û prensîbên xwe yên yekîtiya netewî ji raya giştî re ragihînin da ku di vê şêwra netewî de belgeyek hevpar a prensîban were amade kirin.