NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer Nesrîn Stude ku yek ji parêzerên li Îranê tê naskirine, ji Kanala ezmanî ya Îranê Înternatîonal ragihand ku 2 ciwanên din ên  hatine binçavkirin ên bi navê Wehîd Heyderî û Musin Adilî jiyana xwe ji dest da ne.

 

Polîsên bajarê Erak îdîa kirin ku Wehîd Heyderî ji ber bazirganiya madeyên hişber hatiye binçavkirin û li Girtîgeha Xoy xwe kuştiye. Lê malbata Wehîd Heyderî got ku kurê wan di xwepêşandanên van rojên dawî de hatiye binçavkirin û di girtîgehê de hatiye kuştin.

 

Muhsin Adil jî di 1'ê Çile de, di roja sêyemîn ya xwepêşandanan de hate binçavkirin. Piştî du rojên binçavkirinê cenazeyê wî radestî malbata wî kirin û ji malbatê re hatiye gotin ku dawî li jiyana xwe aniye.

 

Parêzer Nesrîn Stude ku yek ji parêzerên li Îranê tê naskirine eşkere kir ku di girtîgehên Îranê de 3 kesên hatine binçavkirin jiyana xwe ji dest dane.

 

Welatiyên Îranê bi van gotinên rejîma Îranê ku dibêje girtî xwe kuştine bawer nakin û dibêjin ev sanaryoyên dûbarene ku her timî rejîma Îranê hewl dide bi van gotinan xelk bi xapîne.

 

Hejayî bi bîr xistinê ye ku di xwepêşandanên sala 2009'an de jî di girtîgehên Îranê de bi dehan kes bi êşkenceyê hatin kuştin lê, heya niha jî dewlet berpirsyariya wê ne girtiye ser xwe.  

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here