Xwendekar: Hikûmeta Herêmê me tayîn nake

30

 

QERECÛX ENWER / HEWLÊR

 

Îro li Hewlêrê li ber avahiya Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê xwendekarên ku di sala 2015 û 2016'an de li zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê yekemîn derketine û heya niha ji aliyê hikûmetê ve ne hatine tayîn kirin çalakiyeke nerazîbûnê lidarxistin û ji hikûmetê jî xwestin ku werin tayîn kirin.

 

Di xwepêşandanê de nûnerê xwendekaran Îbrahîm Mihemed daxuyanî da û got; "Xwendekarên yekem, duyem û sêyem ên li ser asta zanîngeh û peymangehan salane bi biryara parlamentoyê, li Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî tên tayîn kirin.”

 

 

Mihemed diyar kir ku ev çend carin bi armanca dest bi kar kirinê çalakî lidarxistine û got:"Ev çend carin çalakî dikin, lê hikûmet guh nade daxwazên me. Hikûmetê biryar daye me negirin kar, lewra em daxwazê ji hikûmetê dikin ku biryara xwe betal bike. Ji ber ku ev yek dibe sedema kuştina zanista li zanîngeh û peymangehan û asta zanistê tîne xwarê. Eger daxwazên me pêk neyên, emê bi rêyên medenî daxwaza mafên xwe yên qanûnî bikin."