NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro li bajarê Silêmanî kongreya damezrandina Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê hate lidarxistin. Di kongreyê de Berhem Salih ji bo serokatiya Hevpeymanê hate hilbijartin.

 

Li gor mîdyayên nêzî Berhem Salih diyar kirin, di kongreyê de Berhem Salih bi wergirtina 627 dengan ku dengê herî zêde bû, ji bo serokatiya Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê hate hilbijartin.

 

Berhem Salih di sala 1960’ê de li Silêmaniyê ji dayik bûye û Cigirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê bû. Belê çend salin bi şêweyek bêdeng ji YNK’ê dûr ketiye û par jî Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê damezrand. Berhem Salih dixwaze tevlî hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here