NAVENDA NÛÇEYAN

 

Dadgeha Federal a Bilind ya Iraqê biryareke taybet di der barê nuunerên pêkhateya Êzidî li parlementoya Iraqê de da. Berdevkê Dadgeha Federal a Bilind ya Iraqê Eyas Samuk: “Dadgeha Federal a Bilind ya Iraqê li gorî xala 1’ê  ya benda 49 ya qanûna bingehîn a Iraqê li parlementoya Iraqê wê li gorî nifûsa Êzidiyên li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê dijîn kursî ji nûnerên wan re veqetîne.  

 

Semuk her wisa diyar kir ku wan li ser esasê daxwaznameyeke vêya qebûl kirine ku li gorî nifûsa Êzidiyan cih ji nûnerên wan re were dayîn ku di parlamentoyê de cih bigirin û tevlî hilbijartinan bibin.

 

Li gorî xala 1’ê ya benda 49 ya qanûna Iraqê serî her sed hezar kesî nûnerek dikare di parlementoyê de cih bigire.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here