DANA OMER / SILÊMANÎ

 

 

Rojnameya The Washington Times di 5'ê Çile de  eşkere kir ku PDK û Tirkiye di mijara avakirina hinek herêmên ewlekariyê li ser sînor lihevkirine û armanca wan ya ji çêkirina herêmên ewlekariyê jî dijbertiya gerîlayên PKK’ê ye.  Mamostayê Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Silêmaniyê Profesor Şoreş Hesen vê mijarê di warê hiqûqî û qanûnî de nirxand û diyar kir ku eger tişteke wiha çêbibe wê aloziya navbera Bexda û Hewlêrê de kûrtir bike.

 

‘Divê destûra Iraqê hebe’

 

Mamostayê Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Silêmaniyê Profesor Şoreş Hesen: Tirkiye dikare li ser sînorê xwe van karan bike. Lê, ji bo were nava xaka Iraqê yanjî Herema Kurdistanê divê destûra hikûmeta Iraqê hebe, eger lihevkirineke wisa bi Iraqê re nebe ev di çarçoveya qanûnên navnetewî de dibe kareke ne qanûnî.

 

‘Wê aloziyan kûrtir bike’

 

Lihevkirinên wiha ti fêdeyeke xwe ji Herêma Kurdistanê re nîne, ji ber ev hikûmeta federal ya Iraqê eleqeder dike û peywendiya xwe bi serweriya xaka Iraqê re heye. Li hevkirinên wiha wê bibe sedema pêk hatina pirsgirêk û alozî di navbera Herêm û Hikûmeta navendî ya Iraqê de. Ev wê bandoreke xirabtir li peywendiyan bike.  

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here