‘Divê Hikûmet li dijî kuştin û xwekuştinê bikeve tevgerê’

56

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

Li Kolêja Wêjeyê ya Zanîngeha Selahedîn a li Hewlêrê îro Tora Mam bi hevkariya Rêveberiya Navenda Têkoşîna li dijî Şîdeta nav Malbatê platformeke gotûbêjan a vekirî ya bi navê  'Di nava civakê de sedemên pêşketina xwekuştinê' lidarxist.

 

Rêvebera Giştî ya Navenda Têkoşîna li dijî Şîdeta nav Malbatê ya Herêma Kurdistanê Kurdê Omer sedemên zêdebûna xwekuştinê wiha vegot: "Li gorî salên din xwekuştin zêde bûye û û nikarin kontrol bikin. Piraniya kesên xwe dikujin (jin-mêr) ciwanin. Sedema xwekuştinê krîza aboriye û ev jî bandoreke nebaş li ser ferd dike. Her wiha rewşa niha ya Herêma Kurdistanê jî pêşî li xwekuştinê vedike."

 

 

Kurdê Omer destnîşan kir ku pirsgirêkên civakî û xirab bikaranîna teknolojiyê jî sedemeke din a pêşketina diyardeya kuştin û xwekuştinêye. Omer got ku vê yekê metirsiyekî mezin li ser civakê çêkiriye.

 

Rêvebera Giştî ya Navenda Têkoşîna li dijî Şîdeta nav Malbatê ya Herêma Kurdistanê Kurdê Omer diyar kir ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê demildest planekî ji bo pêşî lê girtina kuştin û xwekuştinê derxe. Her wisa ji bo başkirina rewşa gel û wana ji nexweşiyên derûnî derxistin jî bixebite.