‘Divê têkoşîna azadiyê ya jinan û gelan were mezin kirin’

92

 

HÊVÎ BARAN-JÎNDA ALAN / BEHDÎNAN

 

Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken bi bonaye 5.emîn salvegera şahadeta damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çile ya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetil kirin de ji me re axivî û peyamên girîng da.

 

‘Di kesayeta Sara de azadiya jin hate hedef girtin’

 

Zerîn Rûken îşaret diyar kir ku bi taybet hedef girtina damêzrênera PKK’ê Sakîne Cansiz tesadûf nîne û wiha axivî: “Weke Rêbertiya me jî dibêje di şexsê hevala Sara de ya hate hedef girtin azadiya jin bû. Qetilkirina hevala Sara ya Dêrsimê weke komkujiyeke duyemîn ya Dêrsimê û berdewama komploya navdewletî ya li dijî Rêbertiya me pêk hatiye ye. Çima Jin û Tevgera Azadiya Jin tê hedef girtin. Di şexsê hevala Sara de civakîbûna jinê ya ji dîrokê ve tê û dîroka Tevgera Azadiya jinê hatiye hedef girtin. Komkujiyeke din a dirûjê komkujiya Parîsê jî di 4’ê Çileya 2016’an de li hember Sêvê û hevalên wê hate kirin û di vir de jî têkoşîna azadiya jinê hatiye hedef girtin. Di navbera dewletan de konsepteke hevpar a li dijî jinan heye. Her wiha di navbera dewletan de siyaseteke cinsiyetparêz ya li dijî jinan heye.”

 

‘Bi fermana Erdogan hatiye kirin’

 

Zerîn diyar kir ku qetil bi fermana Serokê Giştî yê AKP’ê R. Tayîb Erdogan hatiye pêkanî û wiha pêde çû: “Ev qetla siyasî ya di şexsê hevala Sara de hate pêkanîn di dîroka Tirkiyê de yekem nîne. Hikûmeta Faşîst a AKP’ê qetilkirineke din li qetilkirinên ku di dîroka Tirkiyê de hatine kirin, zêde kir.”

 

Endama Koordînasyona KJK’ê her wiha diyar kir ku bi komkujiya Parîsê pêvajoya çareseriyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin hatiye hedef girtin û wiha axivî: “Di heman demê de daxwaza hevala Sara ya avakirina sîstemeke demokratîk hate hedef girtin. Ji ber lêgerîna çarseriya demokratîk ya hevala Sara pir bihêz bû. Wateyeke mezin dida pêvajoyên wisa yên diyalogê û ji bo vê jî hewldaneke mezin dida.”

 

‘Bi girtina rêveberên MÎT’ê re ev komkujî hatiye ronî kirin’

 

Zerîn Rûken diyar kir ku ji bo ronî kirina komkujiyê û hesab pirsînê gavên girîng hatine avêtin û îşaret bi operasyona HPG’ê ya bi navê ‘Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Ş. Sakîne Cansiz’ û wiha berdewam kir: “Girtina endamên MÎT’ê encama herî berçav ya lêgerîna azadiyê ya Tevgera Jin û PKK’ê ye. Bi vê operasyonê planên komkujiya Parîsê ya AKP’ê û Erdogan ronî bûye.”

 

'Emê pey bikevin’

 

Zerîn diyar kir ku heya bigihijin armanca xwe ewê pey vê komkujiyê bikevin û dest jê bernedin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Armanca me xwe mezin kirin, bi zêdetir Sarabûyîn û Sêvêbûyînê xwedî li têkoşîna wan derketine.

 

‘Berxwedan Gerdûnî bû’

 

Zerîn anî ziman ku Sakîne nirx li ser nirxan zêde dikir û xwedî kesayeteke bi exlaq û dilnizim bûye û ragihand ku ji ber vê sedemê jinên cîhanê wê weke lîdera xwe qebûl kirine. 

 

Zerîn diyar kir ku her sê jinên şoreşger li seranserê cîhanê gihîştine wesfeke gerdûnî û wiha axivî: “Jinên cîhanê hevala Sara weke lîdera xwe qebûl kirin. Hevala Sara Kurdistanîbû, bû kesayeteke Rojhilata Navîn û paşê jî gerdûnî bû. Ji lewma xwedî derketina jinên cîhanê ya li hevala Sara xwedî dekretina li tevgera jine.”

 

Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken diyar kir ku ronî kirina vê qetla siyasî girêdayî berdewam bûna lêgerîna azadiyê ya jinan û gelane û wiha got: “Jib o qirkirina jinê were sekinandin, divê em têkoşîna hevala Sara berdewam bikin. Em weke şopînerên wan ew xeyalên hiştine temam bikin û bi vî awayî hesabê komkujiyê bi pirsîn. Jinên Tirkiyeyî û Kurdistanî têkoşîna xwe ya azdiyê li her qadekî de zêdetir mezin kirin. Jinên li Rojava, Başûr û Rojhilat, her wiha li gelek cihên cîhanê sîstema demokratîk û konfederal pêşxistin. Jiyana hevala Sara ya têkoşer, rêxistinker û tije eşq di qadên civakî de mînak hatin girtin. Ev şoreşa ku li Rojhilata Navîn pêk hat ya rastîn berdewama têkoşîna hevala Sara ye. Kesayeta wê ya bi erdem weke mîrasek ji jinan re ma. Têkoşîna hevala Sara ku jinên Arjantînî wê weke lîdera xwe qebûl kirin gihandina serkeftinê erka me ya herî mezin e. Emê hesab ji zêhniyeta Erdoganê kujer yê rêhevala Rêber Apo qetil kiriye bixwazin. Êş û hêrsa me qet kêm nebû û me ji bîr ne kiriye.”