Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ewê mûşekên antî balîstîk bifiroşin Japonyayê.  Wezaretê daxuyakirin ku Koreya Bakur bi ceribandina mûşek û çekên nuklêrî 'gefê' li Japonyayê dixwe û ji ber vê jî diyar kir ku firotina mûşekan ji bo Japonyayê hatiye erêkirin.

 

Rayedarekî bi navê wezaretê daxuyanî da û diyar kir ku 4 mûşekên antî-balîstîk ên li dijî mûşekên balîstîk tên bikaranîn wê ji Japonyayê re werin firotin. Tê gotin buhayê van fuzeyan 133 milyon Euro ye.

 

Wezareta Karên Derve ji Kongreya DYA xwest ku firotina mûşekan a ji bo Japonya yê erê bike.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here