Fermandarê YPG’ê: Wê ne artêş lê, sîstemeke parastinê ava bibe

57

 

ŞEMAL HESEN / ROJNEWS

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel Sîpan Hemo, têkilarî guhertinên dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriye yê, gefên dewleta Tirk û hewldanên dagirkirina Efrînê û peywendiyên YPG'ê yên li gel Rûsya û Amerîka ji ajansa me re axivî.

 

' Teror bi dawî nebûye'

 

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo bal kişand li ser hebûna çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyê û got; "Behsa vê yekê tê kirin ku li Bakûrê Sûriye yê DAIŞ bi dawî bûye, lê DAIŞ weke sîstem bi dawî bû, lê li hemû herêman weke hucre û rêxistinên din ên DAIŞ'ê mane. Xebatên me yên ji bo parastina ewlehiyê û kontrolkirina herêmên di bin destê DAIŞ'ê de wê berdewam bike. Em ne di wê baweriyê de ne ku terorîzim bi dawî hatibe. Hê hinek din kar jêre pêwîste ji bo bi dawî hatina wê. Dema DAIŞ bi dawî bû, wê ji bo parastina herêmê, sîstemek nû were avakirin, da ku parastina awayê ewlehiya herêman û li hemberî berdewambûna gefên terorîzmê û sînoran derbas nekin, wê YPG li hember raweste û erka xwe pêk bîne."

 

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo wiha pêde çû; "Hinek dibêjin dibêjin, DAIŞ bi dawî bibe, wê şerê terorê jî bi dawî bibe. Lê ne wisaye. Bernameya YPG'ê eve ku ew herêmên hatine azadkirin biparêze, li wan herêmên terorîst mane li dijî wan têkoşîna xwe berdewam bike. "

 

'Wê sîstemekî parastinê were avakirin'

 

 Hemo derbarê nûçeyên ku dibêjin wê li Bakûrê Sûriyeyê Artêşeke Sûriye ya  Demokrastîk were avakirin de jî wiha axivî; "Di medya navxweyî û derve de behsa avakirina artêşekî tê kirin, lê di rastiyê de tiştekî wiha li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê nîne. Lê wê sîstema parastinê ya girêdayî hêzan wera ava kirin. Eger çi YPG be yan jî QDS be hemû hêzên parastinê ne. Bila hemû kes bizanibe, hêzeke me ya têra xwe dike heye ku parastina Rojava û Bakûrê Sûriyeyê herêmên hatine azadkirin biparêzin û li dijî terorê têbikoşin.  Hejmara şervanên me 50 hezar kesî derbas kiriye."

 

'Ji bo bersivdayîn û xweparastinê emê mafên xwe yên leşkerî bi kar bînin'

 

Hemo, hewldanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê û gefên wê yên li ser Efrînê jî bi bîr xist û wiha pêde çû; "Gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê ne tiştekî nû ye, nêzî 6 sale dewleta Tirk bi hemû hêza xwe û awayî êrîşê Rojava dike û hê berdewame. Heya niha li Rojavayê Kurdistanê qet ti metirsî û êrîş li ser xaka Tirkiyeyê çênebûye. Lê, Tirkiyeyê weke stratejiyekê ji bo xwe daniye. Dema borî timî agahiyên  êrîşkirina li ser Efrînê di hate belavkirin. Em dubare dikin, her êrîş û destdirêjiya li ser Rojavayê Kurdistanê çawa û ji aliyê kêve dibe bila bibe, çêbibe, wê YPG bersiva guncav bide û wê mafê xwe yê leşkerî bi kar bîne, bi armanca parastinê."

 

‘Em girîngiyê didin çareseriya siyasî’

 

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo da zanîn ku li Sûriyeyê ji serî de alîgirên çareseriya siyasî bûn û wiha axivî; "Em di serî de alîgirên çareseriya ji bo pirsgirêkên siyasî yên Sûriyeyê bûn. Li gorî baweriya me, qet çareseriyek bêyî çareseriya siyasî pêk nayê. Em niha jî di vê baweriyê de ne. Dewleta Sûriya li dijî me her êrîşekê pêk bîne, mafê me yê bersivdayînê û parastinê heye. Dema ku tiştekî wiha bikeve rojevê, Sûriye be yan jî her keseke din be, emê mafên xwe yên parastinê bi kar bînin. Li gorî qenaeta me, divê pirsgirêkên bingehîn ên giştî yên Sûriye û pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê bi rûniştin û guftûgoyan were çareser kirin. Ji bo vê mebestê jî, divê zihniyeta înkarê ji holê rabe, bi tevgerekî zêdetir demokratîk pirsgirêkan bigire dest û pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikin."

 

'Peywendiyên me li gel Rûsya û Amerîka heye'

 

Hemo bal kişand li ser rol û hebûna Amarîka û Rûsya ya li Sûriye û Rojava û got; "Amerîka û Rûsya weke du cemseran derdikevin pêş. Şaşe ku Rûsya weke sosyalîst û sovyeta  berê were dîtin. Armanca herduyan a împeratoriyê heye, dixwazin di cîhanê de, bi hêza leşkerî û aborî împeratoriyekê ava bikin û gelan kontrol bikin. Rûsya û Amerîka gelek lihevkirinên alîkariyê yên li gel hev hene. Heya li Sûriyeyê jî tiştekê bêy yek nakin. Her tiştî bi hev re li navendekî hevbeş bi hev re bi rêve dibin. Lê, di warê siyasî de nakokiyên wan hene û encaman jî digirin."

 

‘Em li ser esasê berjewendiyên gelê xwe peywendî saz dikin’

 

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo li ser peywendiyên YPG'ê yên li gel Amerîka û Rûsyayê jî ev agahî dan; "Hevkarî û peywendiyên me yên li gel Rûsya û Amerîka hene. Li gel herdu aliyan, em li ser bingehê parastina berjewendiyên gelê xwe nêzîk dibîn. Em li ser bingehê berjewendiyên dewletan ku dixwazin li gorî xwe tevger bikin, peywendiyan çênakin. Me daxwaz û xwestekên xwe anîne ziman. Li gorî van xwestek û daxwazan, peywendiyan çêdikin, bi eşkere peywendiyên me li gel Rûsya  û Amerîka hene. Di qonaxa bê de, wê peywendiyên me yên li gel dewletên din ên bi hêz jî çêbibin. Em eşkere dikin, em neçûne li gel ti aliyan û me negotiye em dixwazin peywendiyan çê bikin."

 

'Ew daxwaza peywendiyan kirin'

 

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo herî dawî wiha got; "Me bi têkoşîn, rêxistin, cidiyeta karkirina xwe ew neçar kirin, hatin gel me. Em neçûne Moskova û Washingtonê, ew hatine û daxwaza peywendiyan kirin. Li ser vî bingehî em têkoşînê bi hev re dimeşînin. Li ser vî bingehî dixwazin destkeftiyan zêde bikin. Mafên gelê xwe misoger bikin. Di vê rewşê de çiqas ji destê me bê emê, emê destkeftiyan zêde bikin. Yên li ser hêz û rêxistinbûna xwe tevdigerin, yekîneyên YPG'ê û gelê rojavayê Kurdistanê ye. "