‘Îranê du kesê din bi êşkenceyê qetil kir’

25

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer û aktîvîsta mafê mirovan Nesrîn Stûde ya li Îranê, ji beşa Farisî ya Radyoya Azadî Ewropa re axiviye û ragihandiye ku li gorî agahiyên ji malbatên kesên hatine binçavkirin hatine girtin 2 çalakgerên din jî di girtîgeha Êvîn de jiyana xwe ji dest dane.

 

Ji berî niha jî hatibû ragihandin ku Sîma Qenberî, Musin Adil û Wehîd Heyderî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane. Bi van re hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane  gihişt 5 kesan. 3 kes li girtîgeha Êvîn jiyana xwe ji dest dane û 2 çalakgerên din jî li Girtîgeha Dizfulî a ser bi Ehwaz û Girtîgeha Erak jiyana xwe ji dest dane. Navê van du kesan hê ne hatiye  eşkere kirin.

 

Di xwepêşandanên gelên Îranê yên li dijî rejîma Îranê ku di van rojên dawî de li 70 bajar û navçeyan destpê kirin de 21 kes hatin kuştin. Hikûmeta Îranê îdîa dike ku ev kesên hatine kuştin ji aliyê xwepêşanderan ve hatine kuştin. Lê heya niha di girtîgehan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û tê gotin ku bi êşkenceyê jiyana xwe ji dest da ne. Lê, hikûmeta Îranê îdîa dike ku kesên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane xwekuştine û bi vî awayî jî hewl dide xwe paqij derxe.