Ji TAJÊ daxuyaniya jin û zarokên rizgar bûyî

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di der barê jin û zarokên Êzidî yên di dema fermanê de ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê derbasê Sûriye kiribûn de agahiya xebatên xwe yên ji bo rizgarkirinê û bîlançoya jin û zarokên ji aliyê hêzên QSD’ê û koalîsyona navdewletî ve hatine rizgarkirin da. 

 

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye;

 

Çeteyên DAIŞ’ê fermana ku di 3’ê  Tebaxa 2014’an de  li ser  Şengalê  pêk anî, bi xwe re  êş û azarên mezin anî. Di dema fermanê û pêvajoya piştî fermanê jî, yên ku herî zêde para xwe ji  kiryarên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê girt û  herî zêde êş kişand jî  jin û zarokin.

 

‘500 kes hatin rizgar kirin’

 

Li  pêngavên rizgarkirinê yên hêzên QSD û koalisyonê ku li Bakurê Sûriyê kirin û bi taybet jî li Reqa û Dêrazorê nêzî 500 jin û zarokê me yên Êzidî hatin rizgarkirin. Desteya Jin Rojava kesên hatine rizgarkirin teslîmê me kirine. Me jî weke TAJÊ bi qasî ji destê me hatiye em xwedî li wan derketin û ji bo ewlekarî û jiyana wan jî alîkariya pêwîst hatiye kirin. 

 

‘Arşîv û sicîlên wan hatine tomar kirin’

 

Me kesên ku hatine rizgar kirin radestê malbatên wan kiriye û bi taybet jî zarokên ku malbatên xwe nemane bi alîkariya Desteya Jin a Rojava hatine parastin û xwedî li wan hatiye derketin. 

 

‘Ti saziyeke navnetewî eleqeder nebûye’

 

 

Em weke jinên Êzîdî bang li tevahî saziyên navnetewî yên eleqeder dikin ku ji bo jin û zarokên me yên hatine rizgar kirin, di warê derûnî, tenduristî  û ji gelek aliyên weke vê ve alîkariyê bikin.  Ev mirovên me ancax li ser axa xwe û bi civaka xwere dikarin vê tramwa û êşa xwe derbas bikin û birînên xwe bipêçin. 

 

‘Dibin navê başiyê de berê wan didin Ewropayê’

 

Hinek kes dibin navî qenciyê de berê ev mirovên me yên ji hovîtiya DAIŞ’ê rizgar bûne, didin welatên Ewropa. Em wê nezîkatiyê rast nabînin û weke qenciyekî jî dest nagirin.  Alîkarî û piştgiriya pêwîst ancax li ser axa wan û di nava civakan wan de dibe. 

 

Spasî 

 

Em weke TAJÊ spasiya hemû ew hêzên ku di rizgarkirina van mirovên me de rol lîstine di serî de QSD, YPG û YPJ’ê dikin û dibêjin ku wê ev qenciyan qet neyê ji bîr kirin. 

 

Her wiha em spasiya Desteya Jin a Rojava dikin ku xwedî li dîlên rizgar bûne derketiye û alîkarî kiriye. 

 

Dîsa em spasî û destxweşiyê li hêzên me yên Êzîdxanê YBŞ û YJŞ û bi taybet jî şervanên ku tevlî pêngava tolgirtin û rizgarkirina dîlên li bajarê Reqayê bûn û di rizgarkirina dayîk û xwişkên xwe de roleke mezin lîstin, dikin. Em bi van hêzên xwe serbilindin û dûbare destxweşiya wan dikin.