Ji zimanê Rêveberên MÎT’ê plana Komkujiya Parîsê

74

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Destpêka sala 2013'an, dewleta Tirk a bi rêveberiya Tayyîp Erdogan ku ji her alî ve tengav bûbû ji bo bêhnek bistîne bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê dest bi hevdîtinan kirin. Ocalan ku ji şer raweste û siyaseta demokratîk li Kurdistan û seranserê Tirkiyê serwer bibe û çareseriyeke demokratîk pêşbikeve ji bo van hevdîtinan gelek hewldanên mezin da lê, dewlet dîsa bi dek û dolaban nêzî pêvajoya hevdîtinan bû.

 

Rêberê PKK ji aliyekî ve bi heyeta dewletê re, li aliyê din bi Heyeta Îmraliyê ya ji rêveberên HDP û KCD'ê rûdinişt. Bala tevahiya cîhanê li ser peyamên ji Îmraliyê bû. Ji ber ku hevdîtinên li Osloyê ji ber nêzîkatî û polîtîkayên dewletê bi ser neketibûn.

 

‘Komkujiya Parîsê bi fermana Erdogan pêk hat’

 

Ocalan dixwest, hevdîtinên pê re tê kirin veguherîne zemîneke çareseriyê ji bo pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê.

 

3'ê Çileya 2013'an yekemcar heyeteke sivîl diçû Îmraliyê. Lê belê 6 roj piştî vê hevdîtinê li Parîsê 9'ê Çileya 2013'an êrîşeke hovane hate kirin. Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez bi sê fîşekên li serê wan ketî, hatin kuştin.

 

Heman piştî komkujiyê, di hevdîtinên Îmraliyê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotinên giran ji heyeta dewletê û MÎT'ê re kir û got, "Ev komkujî divê were ronîkirin.”

 

Tetîkêş Omer Guney demeke kin piştî komkujiyê hate girtin, lê belê hêzên rasteqîn ên li pişt tetîkêş nehate eşkerekirin.

 

Guney kujer bû, fermana jê re hate dayin jî ji Enqereyê hat. Rêveberên PKK û PAJK'ê weke berpirsyarên li pişt komkujiyê Tayyîp Erdogan û MÎT a Tirk nîşan didan û bi gotinên tund destnîşan dikirin ku tola vê komkujiyê wê were hilanîn.

 

Di belgeyeke ku 14'ê Çileya 2014'an hate weşandin de eşkere dibû ku fermana înfazê ji aliyê çar rayedarên MÎT'ê ve hatiye dayin. Di belgeyeke 18'ê Mijdara 2012'an de îmzeyên rayedarên MÎT'ê O. Yuret, Û.K. Ayik. S. Asal û H. Ozcan hebûn.

 

Heman wextê qeyda dengekî hate weşandin û tê de dihat bihîstin ku Omer Guney bi rayedarên MÎT'ê re plana cînayetê dike.

 

Çend roj beriya destpêkirina doza komkujiyê, Omer Guney li girtîgeheke Fransayê mir. Bi mirina Guney re xwestin dozê binixumînin. Lê belê gel û jinên kurd bi salan bi dirûşma "Tolhildan û edalet" daketin qadan û xwestin hêzên li pişt komkujiyê werin darizandin.

 

Piştî destpêkirina konsepta şerê topyekûn ê dewleta Tirk ku 24'ê Tîrmeha 2015'an dest pê kir, li Bakurê Kurdistanê berxwedana xwerêveberiyê ya bi heybet dest pê kir û li qadên gerîla jî çalakiyên berfireh pêk hatin. Di vê demê de, Berxwedêrên Xwerêveberiyê 2 rêveberên MÎT'ê zevt kirin.

 

‘Erdogan fermana tasfiyekirina rêveberên PKK Û KCK'Ê da’

 

Tayyîp Erdogan jî fermanên taybet dabû MÎT'ê û mîna 9'ê Çileya 2013'an Komkujiya Parîsê, xwestibû ku rêveberên payebilind ên PKK û MÎT'ê werin tasfiyekirin.

 

MÎT'ê jî bi pereyekî zêde û tîmên taybet giranî da ser operasyonên îstîxbaratê. Hedef, payebilindên PKK û KCK'ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Erdogan û tîma wî digotin, "Heta Nîsana 2017'an wê PKK biqede û di nava salê de wê kes navê PKK'ê nikaribe hilîne". Bi vê gotinê girîngiya vê konseptê nîşand didan.

PKK'ê ev konsepta Erdogan weke dewma Komkujiya Parîsê nirxand. PKK'ê Tebaxa 2017'an dest bi operasyona dijber a îstîxbaratê ya şoreşgerî kir.

 

Li dijî van planên MÎT'ê, Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî ya şehîd Sakîne Cansiz ji aliyê tîmên taybet ên gerîlayên HPG'ê ve hate destpêkirin û di encamê de 2 rêveberên payebilind ên MÎT'ê hatin girtin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê 3'ê Çileya 2017'an detayên vê operasyonê bi berfirehî ji raya giştî re eşkere kir.

 

‘Yên ku bi Omer Guney re axivîn rêveberên payebilind ê MÎT'ê bûn’

 

Ji îfadeyên rêveberên payebilind ên MÎT'ê yên hatin girtin, agahiyên li ser Komkujiya Parîsê û hêzên komkujî kirine, zelal bûn.

 

Destpêkê, sala 2014'an qeyda deng hate weşandin. Di vê qeydê de dihate bihîstin ku Omer Guney tevî sê ajanên Tirk plana komkujiyê dikin. Ev qeyd ji aliyê polîsên pispor ên Fransayê ve hate piştrastkirin.

 

Rayedarên payebilind ên MÎT'ê yên ji aliyê HPG'ê ve hatin girtin, ev axaftin piştrast kirin.

 

Îtirafên Rêveberê MÎT'ê Erhan Pekçetîn ên li ser komkujiya Parîsê

 

Rêveberê MÎT'ê yê hate girtin Erhan Pekçetîn li ser vê qeyda deng wiha dibêje:

Ûgûr Kaan Ayik: EBF (Serokê Daîreya Karên Cihêkariya Etnîkî ya Derveyî Welat)

Midûrê Şûbeya Operasyonê: Ogûz Yuret

Personelê Şûbeya Operasyonê: Ayhan Oran

 

Wekî din qeyda deng heye ku li înternetê hate weşandin. Dema ku min li wî dengî guhdarî kir, min fêhm kir ku operasyon ji aliyê sê personelên me; serokê daîreya EBF a derveyî welat Ûgûr Kaan Ayik, midûrê şûbeya operasyonê ya wê daîreyê Ogûz Yuret û personelê wê şûbeyê Ayhan oran ve hatiye plankirin û bi cih hatiye anîn. Ji ber ku min ji dengê wan ew nas kir.

 

‘Sûcê komkujiyê yê MÎT'ê bi belgeyan piştrast bû’

 

Ev daxuyaniyên rêveberê MÎT'ê Erhan Pekçetîn bi rengekî vekirî nîşan da ku 9'ê Çileya 2013'an komkujiya li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê MÎT a dewleta Tirk a bi rêveberiya Tayyîp Erdodan ve hatiye kirin.

 

Rêveberê MÎT'ê Erhan Pekçetîn her wiha ragihand ku Omer Guney personelê MÎT'ê ye:

 

“Bi personelekî agahîgirtinê yê bi navê Omer Guney, li oteleke li Enqereyê hevdîtin hatiye kirin. Qeyda deng a li otelê hatiye girtin.” 

 

Îtirafên girîng ên rêveberê MÎT'ê yê hate girtin

 

14'ê Çileya 2014'an belgeya fermana sûîqestê ya ji bo tetîkêş Omer Guney hate şandin, derketibû holê. Rêveberên MÎT'ê bi vê gotinê piştrast kir ku ev belge rast e.:

 

“Bêguman sûîqestên bi vî rengî hesas in. Mijareke ku divê di asta herî bilind de biryar bê dayin. Haya kêm kadroyan ji vê heye.”

 

Erhan Pekçetîn piştrast dike ku belgeya MÎT'ê ya li medyayê hate weşandin rast e. Û li ser cihê vê belgeya bi sernavê 'Daxwazname'yê li nava MÎT'ê bi van gotinan anî ziman:

 

“Nota daxwaznameyê divê bigihêje heta musteşar. Musteşar jî ji Serokkomar dipirse. Ne bawerim ku bi tena serê xwe biryarê bide. Ji ber ku mijarên welê ne ku dikare rê li ber pirsgirêkên navneteweyî veke. Di demekê de ku hevdîtinên aştiyê dihate kirin. Ne Ayhan Oran, dibe ku midûrê şûbeyê ew daxwazname amade kiribe. Ûgûr Kaan Ayik serokê daîreyê ye, digihêje heta wî. Yê ji Ûgûr Kaan Ayik jî payebilindtir, alîkarê serok Sabahattîn Asal e. Digihêje heta Sabahattîn Asal. Ne şaş bim Sabahattîn Asal wê demê tevî Mûhammed Dervîşoglû tevlî hevdîtinên aştiyê dibe. Piştî Sabahattîn Asal, wê demê serokê GÎB'ê Halûk Ozcan hebû. Serokê GÎB'ê jî dişîne ji alîkarê musteşar re. Alîkarê musteşar jî dide musteşar. Belgeya daxwaznameyê bi vî rengî digere. Ev ne kareke ku Alîkarê Musteşarê Serokê GÎB'ê karibe bike. Divê bigihêje musteşar û ew erê bike.”

 

Navên di belgeya MÎT'ê ya 18'ê Mijdara 2012'an hate nivîsandin cih digirin, yên kî ne?

 

Li binê belgeya 18'ê Mijdara 2012'an, îmzeyên rêveberên MÎT'ê hebûn.

 

Li binê belgeyê navê Midûrê Şûbeyê O. Yuret, Serokê Daîreyê Û. K. Ayik, Wekîlê Alîkarê Serok S. Asal, Serok H. Ozcan hebûn.

 

Rêveberên MÎT'ê yên bi operasyona HPG'ê hatin girtin, van kesan nas dikin û van agahiyan didin:

 

“Îmzeya bi O. Yuret cih digire, ya Ogûz Yuret e. Ogûz Yuret niha serokê daîreya Wanê ye. Wê wextê midûrê şûbeya operasyonê bû.

 

Û. K. jî Ûgûr Kaan Ayik e. Niha Serokê Karên Taybet e. Wê wextê serokê daîreya EBF bû (Karên Cihêkariya Etnîkî).

 

S. Asal jî Sabahattîn Asal e. Niha Alîkarê Musteşarê Îstîxbarata Stratejîk e. Wê demê Alîkarê Serokê Daîreya Karên Cihêkariya Etnîkî bû.

 

Îmzeyên di nota daxwaznameyê de cih digirtin, ên van e."

 

Sabahattîn Asal kesê herî stratejîk ê Erdogan e!

 

Navê wekîlê alîkarê serok Sabahattîn Asal ê navê wî li binê belgeyê heye, balê dikişîne. Ji ber ku Sabahattîn Asal di hevdîtinên ÎmraliYê de di nava heyeta Dewletê de li gel Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê Mûhammed Dervîşoglû bi navê MÎT'ê cih digire.

 

Derket holê ku Sabahattîn Asal li lojmanên MÎT'ê yên li Enqereyê bi Omer Guney re hevdîtin kiriye.

 

Du rayedarên MÎT'ê yên ji aliyê HPG'ê ve hatin girtin eşkere kirin ku plana komkujiya Parîsê li Lojmanên MÎT'ê yên li Enqereyê hatiye plankirin û bilêta balafirê ya Omer Guney jî ji acentaya ger û geştê ya li Lojmanên MÎT'ê hatiye kirîn.

 

Reveberê MÎT'ê Erhan Pekçetîn di îfadeya xwe de li ser vê mijarê wiha dibêje:

 

Omer Guney personelê MÎT'ê ye

 

“Bi personelekî agahîgirtinê yê bi navê Omer Guney re li oteleke Enqereyê hevdîtin hate kirin. Qeyda deng a li otelê hatiye girtin.“

 

‘Bilêta Omer Guney a vegera li Parîsê ji aliyê MÎT'Ê ve tê peydakirin’

 

Di îfadeya rêveberên MÎT'ê yên hatin girtin de li ser şêweyê birêxistinkirina Komkujiya Parîsê û bilêta balafirê ya Omer Guney ev agahiyên balkêş dan:

 

“Di asta sûîqestê de dema ku di çapemeniyê de eşkere bû ku hatiye Enqereyê û bilêta vegera Parîsê kirî ye, dema ku hat fêhmkirin Omer Guney e, servîsa Fransayê nivîsek ji me re nivîsand. Der barê mijarê de agahî xwestin û bi qasî zanim, bersiv jê re nehat dayin. Bawerim Emniyeta Fransayê jî nivîsek ji Emniyeta Tirk re şandiye. Emniyet jî li ser xebitiye û bilêta Omer Guney a ji Enqereyê ber bi Parîsê ve ji nûmaraya PNN'ê şopandiye. Xwe digihîne acentaya ku bilêt jê kiriye, acentaya Rêyên Hewayî ya Tirk. Ev acenta li lojmanên rojava yê Yenîmahalleyê ye ku personelên rêxistinê biletên xwe yên fermî ji vir peyda dikin. Min cihê wê nedît. Em tenê telefonê jê re vedikin û ew jî bilêtê ji me re peyda dike. Nûmaraya PNN dike. Bilêt ji wir hatiye kirîn, ji acentaya li nava lojmanên rojava. Ne li nava rêxistinê, lê li lojmanan bilêta vegera Omer Guney ji bo Parîsê hatiye kirîn.”

 

‘Tayyîp Erdogan plansazên komkujiya Parîsê bi bilindkirina payeya wan pîroz dike’

 

Rêveberên MÎT'ê yên di destê HPG'ê de ne destnîşan kirin ku personelên MÎT'ê yên cihê xwe di Komkujiya Parîsê de girtine payeya wan ji aliyê Erdogan ve hatiye bilindkirin. Erhan Pekçetîn di vê der barê de wiha dibêje:

 

“Ew sê kes, piştî wextekê Ûgûr Kaan Ayik weke nûnerê Doha çû. Ogûz Yuret jî ji bo serokatiya daîreya ETÎ hate tayinkirin. Ayhan Oran jî piştî wextekê ji Atîna re legal hate hilbijartin. Sal û nîvekê ma. Ogûz Yuret ji bo serokatiya herêma Wanê, Ûgûr Kaan Ayik jî ji bo serokatiya karên taybet payeya wan hate bilindkirin. Payeya wan bi lez hate bilindkirin. Ayhan Oran jî ji nava rêxistinê hate avêtin.” 

 

Bi îtiraf û belgeyan îspat bû ku MÎT'ê komkujiya Parîsê plan kiriye û bi cih aniye.

 

Cemîl Bayik: endamên mît’ê yên ku hatibûn ku rêveberên pkk’ê tasfiye bikin derbeke giran xwarin

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di daxuyaniyên xwe de, yên piştî komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an bi çend rojan bal kişandibû ser wê ku komkujî ji hêla MÎT’ê ve hatiye rêxistin, 4’ê Çile ya 2018’an jî li Stêrk Tv, di bernameyekê de bal kişandibû ser girîngiya vê operasyonê û gotibû, ‘’ev operasyon xwedî taybetmendiyeke dîrokî ye.’’

 

KCK li ser endamên MÎT’ê ku di Komkujiya Parîsê de bi risteke girîng rabûne agahiyên girîng dan.

 

Ugur Kaaan Ayik hem plana komkujiya Parîsê girêdaye û hem jî pêk aniye. Di komkujiya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de di bin banê Xebatên Dabeşker ên Etnîk de, ya bi ser Seroktiya Îstîxbarî û Ewlehî ya MÎT’ê de, Serokê Daîreya Xebatên Dabeşkeriya Etnîk a Derveyî Welat bû (EBF). Piştî komkujiyê 2014’an ew kirin nûnerê fermî yê MÎT’ê yê paytexta Qatarê, Dohayê.

 

Oguz Yuret, 2012’an Midûrê Şûbeya Operasyonê ya Daîreya PKK’ê ya li Derveyî Welat, ya Xebatên Dabeşkeriya Etnîk a Seroktiya Îstîxbarat û Ewlehiyê bû. Piştî komkujiyê bi demeke kurt anîn ser Seroktiya Daîreya Analîzê ya Seroktiya Îstîxbarata Elektronîk û Teknîk a MÎT’ê.

 

Navekî dî  jî Sabahattîn Asal e,  ku di belgeya MÎT’ê  de ya bi fermana Komkujiya Parîsê,  navê wî derbas dibe.

 

Sabahattîn Asal: Di Komkujiya Parîsê de ev şexs, li Seroktiya Îstîxbarat Ewlehiyê de Alîkarê Serok e.

 

Bi dorê  Oguz Yuret girêdayî Ugur Kaan Ayik e.

 

 

Belê, PKK, bi operasyona Tolhildana şoreşger a şehîd Sakîne Cansiz bi belgeyan aktorê sereke yê Komkujiya Parîsê, MÎT’a dewleta Tirk derdixîne holê û navên girîng ê saziya MÎT’ê ku komkujî pêk aniye digire.

 

(anf)