Li Koye hersê jinên têkoşer hatin bîranîn

27

 

 

 

MIHEMED HESEN/ KOYE

 

Îro piştî nîvro li Salona Tora Çetira Rêxistinan li bajarokê Koye ê girêdayî parêzgeha Hewlêr dibin dirûşmeya ‘Bi ruhê Sakîneyan emê lidijî dagirkerî û koletiyê serbikevin’ semînerek hate lidarxistin.

 

Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre endama encûmena Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Necîbe Omer axivî û got; “Destpêkê di şexsê şehîd Sara de hemû şehîdan bibîr tînim. Bêguman têkoşîna ku îro tê dayîn dikarin bêjin bi berxwedan û têkoşîna hevalên weke Sara, Fîdan û Leyla, Fatme, Sêvê û hemû şehîdên azadiyê ye.”

 

Necîbe Omer wiha dewam kir; “Îro ev tekoşîn gihiştiye lûtkeyê. Mînaka vê jî ewe ku li Rojavayê Kurdistanê, Bakûrê Sûriyê û Şengalê jin pêşengîtiyê dikin. Ev têkoşîne çewan gihiştiye vê rojê. Bêguman dikarin bêjin şehîd Sara weke di pirtûka xwe de dibêje ‘hemû jiyana min şer bû’ bi rastî hemû jiyana wê têkoşîn bû. Heval Sara şev û rojên xwe ji bo azadiya mirovahî û gelê Kurd veqetandibûn.”

 

 

Necîbe Omer got; “Divê li Başûrê Kurdistanê şoreşa fikrî pêş bixin. Divê sîstema Başûrê Kurdistanê di bingeh de bê guhertin. Ev jî bê tevlîbûna jinan sernakeve. Em dibînin îro Başûrê Kurdistanê ketiye nava çi qeyranê de, bi taybetî di aliyê siyasî û aborî de. Sedema wan jî diyare. Ger li Başûr gel dixwazin guhertin çêbikin, destpêkê divê jin pêşengî bikin. Guhertinên bê jin wê weke desthilata 27 salan a Başûrê Kurdistanê be.”

 

Semîner bi pirs û bersivan bidawî bû.

 

Di 9’ê Çileya 2013’ê de li paytextê Fransa Parîsê bi sûîkastê hersê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz yek ji damezrênerên PKK’ê bû. Fîdan Dogan nûnera KNK’ê ya Brûkselê bû. Leyla Şaylemez jî yek ji rêveberên xebatên ciwanan bû.

 

 

 

 

(sk)