Li Pêncwênê êrîşeke çekdarî: 1 kuştî 2 birîndar

50

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Berdevkê Polîsên Qeza û Navçeyên Silêmaniyê Ibqal Mihemed dane, li bajarokê Germik a girêdayî  navçeya Pênciwên a ser bi parêzgeha Silêmanî li ser rêya gundê Mişiyaw êrîşekî çekdarî qemiwiye û di encamê de kesê bi navê (T.C.S) yê 20 salî jiyana xwe ji dest daye û bav û birayî jî birîndar bûye.

 

Hate ragihandin ku bav û kûr ên birîndar bûne veguhestine nexweşxaneya Silêmaniyê û cenaze jî ji bo Tiba Edlî ya Silêmaniyê hatiye şandin.

 

Berdevkê Polîsên Qeza û Navçeyên Silêmaniyê Iqbal Mihemed di daxuyaniyê de eşkere kir ku derbarê bûyerê de lêkolînê destpê kiriye û li gorî madeya 406 (bi zanabûn kuştin) a qanûna cezayê ya Herêma Kurdistanê biryara binçavkirina sûcdar hatiye dayîn.

 

Di daxuyaniyê de têkildarî sedema êrîşê ti agahî nehatiye dayîn.

 

Li gorî daneyan ji serê salê ve li Başûrê Kurdistanê 12 kes hatine kuştin yanjî xwekuştine.