ROJNEWS / ŞENGAL

 

 

Bi boneya 5. salvegera komkujiya Parîsê gelê Şengalê sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku bi fermana Erdogan û bi destê MÎT’ê hatin qetil kirin li navenda Şengalê, navçeya wê Sînûnê û Xanesorê bîranîn.

 

 

Bîranîn ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hate organîze kirin û hejmareke zêde ya welatiyan beşdar bû.

 

Bîranîn li  Sinûnê, Xanesorê û Şengalê li navendên meclîsa gel de hatin lidar xistin. Piştî deqîqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên di oxira bidestixistina azadiyê de canê xwe feda kirine sînevîzyoneke bi navê ‘Portre: Sakîne Cansiz-Sara’ hate nîşandan.

 

 

 

Di bîranîna ya li Xanesorê de hat lidarxistin endama rêveberiya TAJÊ Nûcan Şengallî axivî. Nûcan Şengallî anî ziman ku Sakîne Cansiz dema herî zor û zehmet bû ji bo jinan, tev lî meşa azadiyê bû. Şengalî wiha axivî: “Mîna jineke Kurd ya Elewî desthilatdarî û zilma li jinê tê kirin red kir û tevlî refên PKK’ê bû.”

 

 

Nûcan Şengalî diyar kir ku ew weke jinên Êzidî Sakîne Cansiz weke pêşenga xwe qebûl dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:“Heval Sakîne li dijî hemû ne heqî û bê dadiya li dijî jinan têkoşiya û bû sembola jinên cîhanê. Îro tevahî jin li dijî vê komkujiyê disekinin û nerazîbûn raber dikin. Em vê komkujiyê dûbare şermezar dikin û weke komkujiyeke li hember me pêk hatiye dibînin.”

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here