Li ser komkujiya Parîsê li Ranye semînerek hate dayîn

65

 

 

ELÎ QADIR/ RANYE

 

Îro li Kitêbxaneya Giştî ya navçeya Ranye ya girêdayî herêma Raperîn a Silêmaniyê biboneya salvegera komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’ê semînerek hate dayîn.

 

Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna Kurdistanê destpê kir. Piştre sînevîzyonek li ser jiyana Sakîne Cansiz û hevalên wê hate nîşandan.

 

Di semînerê de endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Dersîm Aras axivî û wiha got; “Raste Sakîne û hevalên wê bi fîzîkî ne dinava me de ne. Belê ew timî di fikirên me de dijîn. Em jî bi ruhê wan tekoşîn û xebata xwe berdewam dikin.”

 

 

Dersîm Aras wiha jî got; “Heval Sakîne ne tenê ji bo parçeyek û navçeyekê xebat dikir. Ji bo herçar parçeyên Kurdistan û mirovahiyê xebat dikir. Hemû astengiyên civakî û çandî şikandin û nîşa me hemûyan da ku jin jî dikare weke zilam xebat û têkoşîn bike. Niha jî bi hezaran jin li ser rêbaza Şehîd Sakîne û hevalên wê berdewam dikin. Sakîne û hevalên wê bûne pêşengên hemû jinan.”

 

Di dawiyê de Dersîm Aras axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Em li vir cardin soza xwe ya xebat û têkoşînê dubare dikin. Em soza dewamkirina xeta Heval Sakîne, hevalên wê û şehîdan didin.”

 

 

(sk)