Qeymeqamê Xurmatûyê ji wezîfe hate girtin

73

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

Li gorî agahiyên Endamê Encumena Xurmatû Serdar Ehmed ku ji ajansa me re ragihandiye; ‘Di civîna Encumena Navçeya Xurmatû ya Selahedînê de ya bi amadebûna 12 endamên Tirkmen û Ereb pêk hatî, bipiraniya dengan ji wezîfe girtina Qeymeqamê Xurmatû Şelal Ebdul hate erê kirin.”

 

Serdar Ehmed li ser mijarê wiha got; "Encumena Xurmatû ji 21 endaman pêk tê û ji her neteweyekê 7 kesin. Civîna îro bi amadebûna 7 endamên Tirkmen û 5 endamên Ereb pêk hat. Di civînê de biryara ji wezîfe girtina Qeymeqamê  Şelal Ebdul xistin dengdanê."

 

 

Endamê Kurd ê Encumena Xurmatû Serdar Ehmed herî dawî wiha got; "Nêzî sê mehe Xurmatû bê qeymeqam e. Kesekî ji Heşdî Tirkmen rêveberiya navçeyê dike.”

 

Ehmed vê agahiyê jî da ku dibe qeymeqamê nû yê Xurmatûyê ji Heşdî Tirkmen be û navê wî jî Hesen Zîn Elhabdîn be."

 

Qeymeqamê ji wezîfe hatiye girtin: Şelal Ebdul.