NAVENDA NÛÇEYAN

Ev çend roj bûn li ber Girtîgeha Êvîn a Tehranê Derwêşên Gunebadî û welatiyan ji bo azadiya kesên di xwepêşandanan de hatin binçavkirin çalakî lidar dixistin, parêzara naskirî ya Îranê  Nesrîn Stûde jî di nav de bû û daxwaza kesên hatine binçavkirin kirin.

 

Şevê din çend yekîneyên taybet ên polîsên Îranê bi dar û gaza îsotê êrîşî çalakgeran kirin.

 

Li hemberî hêzên rejîma Îranê çalakgeran li ber Girtîgeha Êvîn berxwedan û bi dirûşmeyên 'Bitirsin, bitirsin, em hemû bi hev re ne' bersiv dan û demekê hêzên bêdengkirinê yên hikûmeta Îranê dan paş.

 

Di encama berxwedana çalakgeran a li ber Girtîgeha Êvînê de 4 xwendekar hatin berdan.

 

Hêjayî gotinê ye ku piştî hate ragihandin ku di girtîgehên Îranê de 3 xwendekar hatin kuştin, di nava raya giştî ya Îranê de bû cihê fikaran, lewra her roj ji aliyê grûbên çalakvanên mafên mirovan ve bang tên kirin li ber Girtîgeha Êvîn çalakî bên kirin.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here