Tevgera Azadî kongreya xwe lidar dixe

32

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê di sala 2014’an de bi kongreyekî damezrandina xwe ragihand û li seranserê Başûrê Kurdistanê xebatên xwe yên siyasî, rêxistinî dimeşand. Di sala 2017’an de jî kongreya xwe ya 2. lidarxist. Tevgera Azadî ji bo li seranserê Iraqê jî weke partiyeke siyasî bixebite serî li Saziya Kar û Barên Partî û Rêxistinên Siyasî ya Iraqê da û ev daxwaza wan hate qebûl kirin.

 

Li gorî agahiyên ku ji rêveberiya Tevgera Azadî hatiye girtin, wiha tê gotin: "Piştî ku me serî li Saziya Karûbarên Partiyan û Rêxistinên Siyasî yên Iraqê da, di dîroka 4'ê Kanûna 2017'an de li gorî hejmara 139 a qanûnê destûra damezirandinê da me."

 

Li gorî vê biryarê divê di nava 3 mehan de kongreya xwe ya damezrandinê ya li gorî qanûnên Iraqê lidar bixe. Ji bo vê jî biryare ku di 19’ê Çileya 2018’an de Tevgera Azadî kongreya xwe lidar bixe.

 

Wê kongre dibin çavderiya şandeyeke ji ‘Saziya Partiyên Siyasî ya Komîsyona Bilnd a Serbixwe ya hilbijartinên Iraqê’ de were lidar xistin. Piştî kongrê jî divê li gorî qanûna Iraqê bixebite û ofîsên xwe veke.

 

2 hezar endamên ku navê wan ji aliyê Saziya Partî û Rêxistinên Siyasî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ve hatiye tomar kirin beşdar bibin.

 

Tevî ku Tevgera Azadî li Başûrê Kurdistanê fermî jî bû lê li gelek deverên Başûrê Kurdistanê astengiyên ne qanûnî ji xebatên wan re dihate derxistin û mafê wan yê kar dihate binpêkirin.