Wezîrê Tenduristî û Navxweyî tevlî runiştina parlamentoyê nebû

37

 

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro civiya. Di runiştina yekem a parlamentoyê de li ser 12 projeyên yasayê nîqaş hat kirin. Belê ji ber ne amadebûna Wezîrê Tenduristî û Navxweyî nîqaş li ser proje yasaya rêkxistin, çand, veguhestina endamên laşê mirov, proje yasaya trafîkê nehatin guftûgokirin.

 

Di destpêka runiştinê de rapora serdana şanda parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê ji aliyê endama şandê Amîne Zikrî ve hate xwendin. Her wiha bal hate kişandina ser xalên bernameya kar. Ji ber ku pêştir şandê ji bo ev bê xistina bernameya karkirina li ser, pêşkêşê serokatiya parlamentoyê kiribû.

 

Di raporê de kar û çalakiyên bi pêşengiya şandê hatin vegotin û bal hate kişandina ser proseya hilbijartin, dengdan, şêwaz û pêkhateya hikûmet li herêmên Rojavayê Kurdistanê. Şandê jî her bi vê armancê serdan kiribû.

 

Her wiha ji ber ne amadebûna Wezîrê Tenduristî û Navxweyî, guftûgo li ser proje yasaya rêkxistin, çand, veguhestina endamên laşê mirov û proje yasaya tarafîkê guftûgo nehat kirin. Piştre ji aliyê cigirê Serokê Parlamentoyê ve runiştin hat bidawîkirin.

 

(sk)