Xwendin û parvekirina nûçeya MÎT’ê qedexebû!

73

 

 

 

Rejîma qedexeyan dewleta Tirk ku bi ti awayî behsa endamên MÎT’ê yên bi operasyoneke taybet ketine destê PKK’ê nekir û ji nedîtîve hat bi vêya jî dilê wî rehet nebû, xwendin û parvekirina nûçeya MÎT’ê qedexe kir. AKP ku niha di demeke zehf teng de dijî û ji her aliyek ve ji hev dikeve hewl dide van binkeftin û têkçûnên xwe yên dîrokî ji raya giştî ya Tirkiyê û gel veşêre.

 

Tirkiye ku di warê azadiya raman û azadiya rojnamevaniyê de yek ji welatên li binî daye di medya civakî de jî vê nûçeyê ku binkeftina wan dîrokî nîşan dide filtre kir, bloke kir, dîmenan li ser Youtubê da rakirin, bi vêya jî nekarî pêşî lê bigire vê carê serî li dadgeha 3. ya Sulh û Cezayê ya Enqerê dan ku xwendin û parvekirina van nûçeyan qedexe bibin. Dadgeh ku dadgeha AKP’ê bixweye ev fermana yekser kir biryar.  

 

Dadgeriya Silh û Cezayê ya 3’yan a Enqerê ku serlêdana rayedarên Tirk qebûl kirî, biryar stand ku xwegihande Tirkiyê ya hesabên medya civakî dikare were qedexekirin. Di hesabên wiha de nikare wan qedexe bie jî fîltre dike. Bi vî rengî dibine asteng ku mirov bikaribin ji destê pêşî xwe bigihînin nûçeyê.

 

Nûçeya MÎT’ê ku ji aliyê ajansa ANF’ê ve hatibû weşandin xwe gihandina van nûçeyan ya di medya civakî ya li ser hesabên vê ajansê jî Youtube, Twîtter, Twîtterên ajansên nûçeyan, înstagram jî asteng kirin.

 

Balkêşe ku tam jî bi vê biryara qedexeyê re bi bahaneya me nûçeyeke bi zirer weşandiye hesabê Facebooka ajansa me ya Rojnews’ê ya servîsa Kurmancî jî hate girtin û tê texmîn kirin ku ji ber parvekirina nûçe û dîmenên nûçeya MÎT’ê ye.