YNK ji bo çêkirina lîsta hevbeş a hilbijartinê serdana Komele kir

66

 

 

ROZE MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Îro saet 14:00’ê şandek a YNK’ê serdana baregeha siyasî ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kir.

 

Piştî civînê berdevkê Komeleya Îslamî Rêbuwar Hemed di daxuyaniya çapemeniyê de got; “Şert û mercên Kurdistan û bûyerên herêmê me nîqaş kirin. Bi giştî em li ser hilbijartinên Iraqê û herêmên bi nakok axivîn. Ev jî bi armanca bizanin emê bi yek lîstê tevlî hilbijartinan bibin an ne.”

 

 

Her wiha berpirsê malbenda YNK’ê yê Silêmaniyê Letîf Şêx Omer jî di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got; “Divê em jî weke gel bi yekgirtinê biçine pêş  û bi yekgirtinê dijî neyarên xwe rawestin.”

 

 

Hêjay gotinê ye ku biryare di Gulana 2018’ê de hilbijartinên Iraqê bên lidarxistin.

 

(sk)