ANF: Êrîşên sîber û dîplomatîk li ser me heye 

26

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ji ber ANF dîmen û li xwe mikûr hatinên endamên Rêveberiya MÎT’ê yên di destê PKK’ê de weşand û bi taybet jî agahiyên girîng di der bare komkujiya Parîsê de ji ser zimanê van endamên MÎT’ê parve kir her timî bû armanca êrîşên sîber û li ser medya civakî bi taybet ji her aliyek ve hate asteng kirin. Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) ku bi hemû zimanên heremê, zimanê Kurdî û bi gelek zimanên biyanî jî weşanê dike, niha dibin êrîşeke mezin a sîber de ye. ANF ji bo van êrîşan şevê din daxuyaniyeke girîng li ser malpera xwe weşand.

 

Daxuyaniya ANF’ê wiha ye;

 

 

Pêşî êvara 5’ê Çile bi ser malpera me de, ku bi 6 zimanan weşanê dike êrîşek anîn. Piştre jî êrîş bi ser hesabên me yên medya civakî de anîn. Hikûmeta Tirk ji bo ku dîmen ji deverên weke Youtube were rakirin dest bi gelek danûstandinan kir û dîmen ji gelek malperan hate rakirin. Lê li gel vê jî dîmen bi rengekî geriyan û bi milyonan kesî li dîmenan nerî.

 

Hikûmeta Tirk ku nekarî vê asteng bike, herî dawî nûçeya bi navê ‘’Rêveberên MÎT’ê axivîn’ li Tirkiyê asteng kir.

 

Di encama van êrîşan de di rewşa berdest de sepanînên me yên ANF App û ANF Androîd (sepanînên mobîl) têne astengkirin.

 

Tîma me ya teknîk ji bo ku sepanînên navborî di demeke kurt de xizmetê bidin xebatên xwe didomînin.