Başûr, Iraq û Rojhilatê Kurdistanê careke din hejiya-Hate Nûkirin

38

 

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Rojhilatê Kurdistan, Başûrê Kurdistan û Iraq du caran hejiya. Li gorî agahiyên Rêveberê Hewaşinasî û pisporê Erdhejan yê Herêma Kurdistanê erdheja yekemîn ya herêmê pileya xwe 5.6 bûye û di saet 10:00'an de pêk hatiye. Pileya erdheja duyemîn ku 10:22'an de pêk hat jî heya niha diyar nebûye. Her wisa ev dibe yekemîn erdheja 2018'an a li Başûr û Iraqê çêbûye. 

 

Têkildarî encam û zirer ziyanên erdhejê heya niha ti agahî ne hatine bidest xistin.