Berdevkê YNK’ê daxwaza lîsteyeke hevpar ji partiyên Kurd kir

47

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

Biryare ku meha Gulana îsal li Iraqê hilbijartinên parlamentoya Iraqê pêk werin. Lê, heya niha nayê zanîn wê partiyên Kurd çawa beşdarî hilbijartinê bibin, gelo wê bi lîsteyekî hevbeş  yan jî wê her partiyek bi serê xwe beşdar bibin? Li gorî daxuyaniya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê îro roja dawiyê ya ji bo avakirina koalîsyon ango lîsteyên hevbeşe.

 

Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre têkildarî beşdarbûna Kurdan a  bi lîsteyekî hevbeş ji ajansa me axivî û go; "Em weke partî û aliyên Herêma Kurdistanê ji bo avakirina lîsteyeke hevbeş ji hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê re guftûgoyên me hene. Eger Kurd bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin wê yek dengê wan vala neçe.

 

Sedî Ehmed Pîre diyar kir ku ew dixwazin li herêmên ku nakokî li ser hene bi taybet bi lîsteyên hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin û wiha pêde çû: "Di nava partiyên Kurd de behseke wisa heye ku li Mûsil, Kerkûk, Diyala û Tikrîtê bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin, ji ber ev mijareke netewiye. Tê zanîn li van parêzgehan pêkhate û komên cûda hene. Eger hizbên Kurd ne bi lîsteyeke hevpar bi tenê beşdar bibin, dibe ku hinek alî 5 hezar deng neyênin û dengê wan têra kursiyekî neke. Ji lewma gelek caran dengê wan vala diçe. Lê eger bi hevre bin dibe ku yek du kursiyan lewra gelek caran dengê wan vala diçe, lê eger bi hev re bin wê kursiyekî yan du kursiyan zêde bînin."

 

Pîre diyar kir ku wê YNK hewl bide ku dengê Kurdan di van hilbijartinan de vala neçe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Wê YNK hewl bide ku deng vala neçin. Divê em kûrtir li vê mijarê temaşe bikin û li gel hev bin.”