Dadgeha Tirk 8 sal ceza da parlamenterê HDP’ê Zeydan

19

           

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Parlemeterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ê ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin, piştî biryara Dadgeha Îsinaf a Herêmê û şûn de encama doza cara duyemîn jê dihate darezandin diyar bû. Carekî din 8, sal û 15 meh cezeyê girtîgehê li Zeydan hate birîn.

 

5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, biryara domandina rewşa girtî ya Zeydan da û biryar da ku di derbarê parêzerên Zeydan de giliyê sûc bê kirin.