Destan Merûf: Koletî jî azadî jî di fikir de destpê dike

62

 

SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

 

RJAK kongreya xwe lidar xist. Rojeva sereke ya kongreyê çi bû?

 

Her wiha li gor bernameyê divê her du salan carekê kongre bê lidarxistin. Di kongreyê de kar û xebatên du salên borî hatin nîqaş kirin û û plan ji bo pêşerojê hate derxistin. Di kongreyê de mijara sereke pirsgirêka ku jin li her qadeke civakê de dijî hate nîqaş kirin.  

 

Xeta RJAK fikrî çiye û xwe dispêre kîjan prensîban?

 

Xeta me ya xebatê li ser bingehê fikir û rêbaza Rêber Abdullah Ocalan e ku em wî weke Rêberê xwe dibînin. Ji ber ew çavkaniya hemû pirsgirêkan ji pirsgirêka jinê de dest digire û çareseriyê ji azadiya jinan de dide destpê kirin. Heya tevahî jin azad nebin, em nikarin bêjin ku em gihîştine azadiyê. Îspata  serkeftina fikrê Rêberê me Rojava ye ku jin di nava hemû qad û pêkhateyan de cih digirin. Em fikrê Rêber Apo weke fikrê xwe dibînin û li ser ewê esasê xebatên xwe didin meşandin.

 

We di kongrê de û di biryaran de gelek behsa perwerdeyê kiriye. Hunê van perwerdeyan çawa pêk bînin?

 

Em perwerdekirina jinê digirin pêşiya her tiştî. Ji ber ku azadbûn yanjî koletî di fikir de destpê dike. Eger mirovek di fikir de azad nebe, nikare xwe azad bike û ger di fikir de kole be, nikare koletiyê derbas bike û bikeve qonaxa azadiyê. Emê giraniyê bidin semîner û panelan. Di hema çarçoveyê de em dixwazin bi zanîsta Jinelojî rastiya jinê zindî bikin. Bi sûd girtina ji zanista jinê ku Jinelojî ye, me kariye hîn zêdetir li ser rastiya jinê kûr bibin. Emê di vê çarçoveyê de akademiyeke jina vekin.

 

Astengî li pêşiya belav bûn û mezin bûna xebatên we heye?

 

Sîstema Başûr ji destpêka desthilatdariya xwe ve dewlet netewe e. Her ji navendên xwendinê bigire heya gelek cihên din, dixwazin bi zêhniyeteke desthilatiyê civakê perwerde bikin. Armanca ji perwerdeyê jî tenê dayîna dîploma û bi meaş ve girêdane. Lê, dikarim bêjim ku me heya niha nekariye li gorî têxwastin fikrê xwe belav bikin û bidin rûnişkandin.

 

‘Xebatên me li Dihok û Hewlêrê hatin asteng kirin’

 

Desthilata Başûr nahêle em herêmên weke Hewlêr û Dihokê xebatên xwe bimeşînin û astengiyan ji me re derdixin. Desthilat ji hişyarbûna jinê ditirse. Li pêşiya pêşketina jinan astengiyan çêdikin. Ev sîstem hewl dide ku jinan parçe parçe bike û li ser hizban belav bike. Mixabin jinên Başûr tevî ku gelek kedkar, zana û têkoşerin jî lê, nekarîne vê asta heyî derbas bikin. Du sedemên vêya hene. Sîstema sermayedar bi tiştên xweşîk kirina fizîkî jinê ji fikir dûr xistiye. Ya duyemîn jî îslama siyasiye ku jinê weke mirova duyem dibîne ye. Em li dijî herdu zêhniyetane jî.

 

We biryara destpêkirina kampanyayek ji bo jinên Êzidî û jinên koçber girt. Hunê vê kampanyayê kengê bidin destpêkirin û bi çi awayî bidin meşandin?

 

Çalakiyên me yên ji bo azadiya ew jinên Ezidî yên dîl ketine destê DAIŞ’ê di dome. wiha ji bo vê trajediyê weke jenosîde bidin naskirin, xebata me didome. Emê bi taybet alîkariyê bi ew jinên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne jî bikin. Navê kampanya me ‘Ji qirkirina jinê re na, komkujiya Şengalê komkujiya hemû mirovahiyê ye’. Ji ber hewldanek heye ku dixwazin ser vê komkujiyê bigirin. Ji ber vê kampanya ji bo azadkirina jinan ji destê DAIŞ’ê ye. Her wiha ji ber hatina Heşdî Şebî jinên Daqûq û Xurmatû koçber bûne û rastî destdirêjiyê hatine. Me ekîbek tenduristiyê ji bo alikariya jinên koçber şand.

 

Peywendiyên we li gel rêxistinên din ên jinan li Başûrê Kurdistanê çawa ye?

 

Peywendiyên me li gel rêxistinên din niha pir başin û gihîştiye astek ku jinên nav rêxistinên din ji bin vê siya sîstemên hizbî derkevin. Têkoşîna hişt ku niha bikarin bixwe biryarê di der barê xwede bidin. Her wiha proje û planên me yên hevbeş yên ji xebatê jî hene. Yanî em ji van jinên di nava partî û rêxistinan de bûne çavkaniyeke hêzê.

 

Di di nava biryaran de behsa têkoşîna ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî tê kirin. Hunê ji bo azadiya Ocalan çi bikin?

 

Di kongreyê de mijarek din a me têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bû. Ew pêşengê hemû jin û mirovahiyê ye. Ji ber ku wî ew qalibê koletiya jinan şikandiye. Ji ber wê divê em ji bo azadiya Rêber Apo bi can û rih bixebitin. Evê bi çalakiyên cûr be cûr were meşandin.  Em xwe di ber azadiya Rêberê  APO de berpirsiyar dibînin û emê heya azadiyê têbikoşin.

 

Wê xebatên sereke ya RJAK’ê ji bo pêşerojê çi be?

 

Yek girtin ji bo xwe rêxistinkirinê pêwîstiyeke. Heya ku bikarin xebat û têkoşîna xwe pêşbixin. Kar û çalakiyên me hene. Emê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên Başûr bixebitin.  Di bernameya me de himbêzkirina jinên ji netewe û bawerî yanjî pêkhateyên din yên li herêmê jî heye. Em êşa hemû jinan weke êşa xwe dibînin. Li kûderê şîdet li dijî jinê pêk were em kêmaniya xwe dibînin ku me nekariye bi xebatên xwe pêşî lê bigirin.

 

(sk)